20:53 20 Gulan 2018
    Qamışlo

    Heyeteke frensî serdana bajarê Qamişloyê kir

    © Sputnik / Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hat ragihandin ku heyeteke frensî ku ji jinan pêk dihat serdana bajarê Qamişloyê kirin.

    Li zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, heyeteke frensî ku ji jinan pêk dihat bi sedema piştgiriya jinên Efrînê serdana avahiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê kir.

    Heyeta frensî ku ji Sekreteriya Rêveberiya Herêma Overfar Ronald a bajarê Leyon Corinê Morel Darlux, endama Partiya Çep a Fransayê û 3 rojnamevanan pêk dihat li Qamişloyê ji aliyê Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd û rêveberên Komîteya Têkiliyên Doplomasî Mekiya Hiso, Firyal Hesen û Fîdan Seydo ve hatin pêşwazîkirin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, heyeta frensî wê serdana saziyên sivîl û rêxistinên jinan ên Rojava û herêma Cizîrê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Qamişlo nêzî dibistana Ehmed Mirêwîd teqîn
    Li Nisêbînê tuneleke ku ber bi Qamişlo ve diçe hat dîtin
    Piştî teqîna Qamişlo li bajaran motorsîklet hatin qedexe kirin
    Li Qamişlo motosiklet hat teqandin: Zarokekê can da
    Rûsyayê bi tonan alîkarî şand Qamişlo
    Etîketan:
    Heyeteke frensî serdana Qamişloyê kir, Sûriye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de