17:36 23 Gulan 2018
    Xûtaya Rojhilat

    Milîtanên ji Xûtaya Rojhilat derketin wê li Bakûrê Sûriyê çi bikin?

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji Sûriyê çavkaniyekê siyasî derketina milîtanên Ceyş-ul Îslam ya ji Xûtaya Rojhilat nirxand. Milîtanên çekdar wê li Rojavayê Sûriyê çi bikin.

    Çavkaniya ku nexwest navê xwe parve bike ji Spûtnîkê re ragihand ku: Îro endamên Ceyş-ul Îslam li gorî endamên rêxistinên din di rewşeke xerabtir de ne. Wextekê ku Erebistana Siûdî li Sûriyê bi bandor bû rewşa wan baştir bû, lê vê gav bi rêxistinên Feylak er-Rahman ku bi Tirkiyê re têkildar e û bi rêxistina el-Nusra ku bi Qeterê re têkildar e re di şer de ne.

    ‘TIRK BI WAN NE BAWER IN'

    Çavkaniyê diyar kir ku, çekdarên Cerş-ul Îslam vê gav transferê Cerablûsê dibin, vê gav ev der ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin. Leşkerên Tirkiyê ji Ceyş-ul Îslamê hez nakin û wek dijmin bi wan re tevdigerin lewra leşkerên Tirk ji kesê bi Erebistana Sîûdî re hevkariyê bikin hez nakin.

    ‘HINEK JI WAN BI LEŞKERÊN TIRK RE HEVKARIYÊDIKIN'

    Heman çavkaniyê destnîşan kir ku "milîtanên ku diçin Bakûrê Sûriyê bi leşkerên Tirk re peymanan çê dikin. Li gorî van peymana leşkerên Tirk bi şertê ku êrîşê YPGê bikin xwarin û vexwarin didin wan. Endamên Ceyş-ul Îslamê ji bo ku bi tevahî winda nebin ji xwe re li xwediyê nû digerin. Îhtimal e ku hinek ji wan tev li rêxistinên din bibin.

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Etîketan:
    Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şam, Çekdar, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de