21:00 22 Gulan 2018
    Omer Elûş

    Kujerên Elûşî hatin desteserkirin û li xwe mukir hatin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Ewlekariyê yên Rojava duh çarşemê kujerên Hevserokê Meclîsa Bajêr a Sivîl a Reqayê Omer Elûş desteser kirin. Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsifê diyar kir ku " ew kes li xwe mukir hatine ku bi MITa Tirkiyeyê re xebitîne."

    Hat ragihandin ku komek hatiye desteserkirin ku bi kuştina Omer Elûşî tên tawanbarkirin.

    Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsifê ji Sputnik Kurdistanê re ew agahî piştrast kirin û diyar kir ku ji ber lêpirsîn berdewam e, hîn ti kes nikare bi wê komê re biaxive.

    Yûsifê ragihand ku ew kesên hatine girtin li xwe mukir jî hatine ku wan Elûş kuştiye.

    Herwiha li gorî agahiyên ku rayedarê Bakurê dane, wan kesan qebûl kiriye ku bi Îstîxbarata Tirkiyeyê(MIT) re dixebitîn.

    Ji aliyê din ve, Yûsifê diyar kir ku ji ber lêpirsîn berdewam e, agahiyên zêdetir di destê wê de tine.

    Birêveberê PYDê û Hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Omer Elûş di 14ê Adara borî de li mala xwe ya li Girê Spî di encama suîqesdekê de hatibû kuştin.

    Hêjayî gotinê ye ku gelek rayedarên amerîkî xemgîniya xwe ji bo kuştina Elûşî ragihandibû û kuştina wî şermezar kiribû.


    Bi heman mijarî:

    'Şerê li dijî kurdan ku hat destpêkirin dikeve qonaxeke nû'
    Rayedarên amerîkî ji bo rayedarê PYDê yê duh hatibû kuştin peyam weşandin
    Etîketan:
    PYD, Omer Elûş, Foza Yûsif, Bakurê Sûriyeyê, Rojava, Girê Spî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de