01:35 26 Gulan 2018
vîdeoya provokasyona bikaranîna çekên kîmyewî

Bavê zarokê di 'êrîşa kîmyewî ya Dûmayê de': Êrîşa kîmyewî çênebûye, kurê min baş e

© REUTERS / Beyaz Miğferler
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Bavê zarokê bi navê Hesen ê ku di vîdeoya 'êrîşa kîmyewî' ya Xûzeyên Spî kişandibû de cî girtibû axivî û got, "ez amade me li her derê cîhanê bibêjim ku êrîşeke wiha çênebûye".

Li gel ku dewletên rojavayî dizanin ku 'saziya civaka sivîl' a bi navê Xûzeyên Spî girêdayî şaxê El Qaîdeyê yê Sûriyeyê, El Nusrayê ye jî, lê dîsa dîsa piştgiriyê didê. Niha jî rastiya wê vîdeoya têkilîdarî îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ya ku li herêma Dûmaya Xûtaya Rojhilatî ya Şamê ya ku Xûzeyên Spî kişandibû derket holê.

Bavê zarokê bi navê Hesen ê ku di vîdeoyê de cî girtibû, Omer Diyabî diyar kir ku amade ye li her saziyeke navdewletî û li her derê cîhanê biaxive û bibêje ku ti êrîşeke wiha li bajarî çênebûye.

Diyabî diyar kir ku rewşa Hesenî baş e û got, " kurê min ji ber çekên kîmyewî bi ti awayî birîndar nebûye. Hinekî tirsiyabû lê baş e. Ez û malbata xwe, çi li Cenevê çi li New Yorkê be, em amade ne li her derê cîhanê bibêjin ku êrîşeke bi vî awayî pêk nehatiye."

"DIVÊ HESEN LI KENYÊ BIAXIVE"

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê jî derbarê vîdeoya Hesenî de got ku divê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.

Zaxarovayê derbarê mijarê de wiha axiftibû:

"Eger kesek hebe ku divê axiverê sereke be, ew kes Hesen Diyan û malbata wî bi xwe ne. Divê ew bûyeran vebêjin û bibêjin bê Xûzeyên Spî çawa sextekarî kirine. Malbata Hesenî amade ye ku têkilîdarî bûyerên li Dûmarê şahidiyê bike. Eger malbata Hesen bixwaze biçe New Yorkê, dê bikare vîzeyê bistîne, hûn çi difikirin? Ez dixwazim hêvî bikim ku ev mijar hema wisa di gotinê de nemîne."

Bi heman mijarî:

Hemwelatî bo artêşa Sûriyeyê çalakiya piştgiriyê lidarxistin
Yekîtiya Ewropayê amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe lê mercên wê hene
Pergala hewayî ya Sûriyeyê çend moşekên li ser Humûsê bêbandor kirin
Etîketan:
El Nusra, Xûzeyên Spî, Hesen Diyab, Mariya Zaxarova, Şam, Dûma, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de