14:16 23 Gulan 2018
    El Nusra - (El Qadîe)

    Îdîaya, 'ASA û El Nusra dixwazin herêmeke xweser di bin parastina Amerîkayê de çêkin'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdîakirin ku Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) û El Nusra(navê wê yê nû Fetih el Şam) li ser zêdekirina kontrola xwe li ser herêmên başûrî yên Sûriyeyê berdewam in û dixwazin li wê derê herêmeke xweser di bin parastina Amerîkayê de ava bikin.

    Li gorî nûçeya Sputnik Internationalê, çavkaniyeke leşkerî-dîplomatîk gotiye ku plan dikin bi behaneya ku rejîmê agirbest bin pê kiriye, Deraa, El Baasê û derdorên wê bi dest bixin û ji bo wê jî êrîşeke hevdem bidin destpêkirin.

    "WEK KURDISTANA SÛRIYEYÊ, DÊ XWESERIYEKÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ JÎ AVA BIKIN"

    Çavkaniyê teqez kir ku ji bo zêdekirina bandora êrîşê, dibe hewla prvokasyoneke nû bê dan ku çekên kîmyewî li dijî xelkê sivîl hatine bikaranîn û wiha dewam kir: "Navenda operasyonan a hevpar a li Deraayê ya El Nusrayê ji serê nîsanê ve bangî rêxistinên xwe yên din kiriye ku bi awayekî hevdem li dijî hêzên hikûmetê êrîşan pêk bînin. Armanca wê êrîşê jî ew e ku herêmê kontrol bikin û herêmeke xweser ragihînin ku ne di kontrola Şamê de be, paytextê wê Derra be û di bin parastina Amerîkayê de be. Em mînakeke din a vî tiştî li bakurê Sûriyeyê, li Kurdistana Sûriyeyê dibînin."

    "AMERÎKA ŞER NAKE LÊ ALÎKARIYÊ DIŞÎNE"

    Herwiha çavkaniyê diyar kir ku Amerîka li dijî çekdaran şer nake, 'alîkariyên mirovî' dişîne herêmên di kontrola wan de û wiha got, "Di van çend hefteyên borî de, rageşî bi awayekî cidî li başûrê Sûriyeyê zêde bûye. Berovajî daxuyaniyên Amerîkayê, DAIŞ, Artêşa Sûriyeya Azad û El Nusra li seranserê çemê Yermûkê roleke giring dilîzin. Milîtan bi awayekî çalak dixebitin da ku herêmên di kontrola xwe de zêde bikin."

    Di berdewamiyê de çavkaniyê got, " Karwanên ku tê îdîakirin alîkariyên mirovî di wan de ne, tên vê herêma li ser sînorên Urdunê. Lê ti kes baş nizane bê ew karwan çi tînin. Tê gotin ku 'alîkariyên mirovî' di wan de ye. Tenê Amerîka van kontrol dike."

    "BÊTIRÎ 12 HEZAR MILÎTANÊN ASA Û EL NUSRAYÊ HENE"

    Çakvkaniyê got, "12 hezar milîtanên El Nusrayê û ASAya ku hevkariyê pê re dike hene ku êrîşî hêzên hikûmetê dikin. Herwiha li dehan topên sehrayê û pergalên piralî û bi sedan techîzatên leşkerî yên wan hene ku ji korîdora li ser sînorê Îsraîl û Urdunê bi dest xistine."

    Etîketan:
    DAIŞ, El Nusra, ASA, Şam, Kurdistana Sûriyeyê, Amerîka, Urdun, El Baas, Deraa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de