04:13 25 Gulan 2018
    Êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê li ser Sûriyeyê

    Çavkaniyeke leşkerî: Sûriyeyê du moşekên amerîkî yên neteqiyayî radestî Rûsyayê kirin

    © AP Photo / Hassan Ammar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Medyaya Rûsyayê îro pêncşemê li ser zarê çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyeyê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê du moşekên Cruise ên Amerîkayê yên ku di dema êrîşa Amerîkayê ya 14ê Nîsanê de neteqiyabûn dîtine.

    Li gorî agahiyan, aliyê sûrî duh çarşemê ew herdu moşek bi balafirê şandine Rûsyayê.

    Hêjayî gotinê ye ku aliyê rûsî hîn ev agahî piştrast nekirine.

    Endamê Meclisa Şêwirê ya Lijneya Birêveberiya Pîşesaziya Leşkerî ya Rûsyayê Vîktor Moraxovskî ji Spuntikê re ragihand ku herdu moşekên amerîkî dê alî pisporên rûs bikin ku bêtirî agahiyan derbarê dîzayinên welatên rojavayî de bi dest bixin û pergala parastina moşekî û amûrên şerê elektironîk baştir bikin.

    Herwiha Moraxovskî destnîşan kir ku Fransa û Brîtanyayê jî moşekên nûjen bi kar anîbûn û got ku moşekên Tomhawk ên Amerîkayê di êrîşa li dijî Sûriyeyê de bi kar anîbûn jî balê dikişînin.

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî: Ka em ê binêrin Sûriyeyê dê dersÊ bigire an na
    NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
    Hemwelatî bo artêşa Sûriyeyê çalakiya piştgiriyê lidarxistin
    Ryabkov: Dubarekirina êrîşan li ser Sûriyeyê dê bibe sedema bertekên tund
    Etîketan:
    Vîktor Moraxovskî, Rûsya, Sûriye, Brîtanya, Fransa, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de