14:17 23 Gulan 2018
    Hasan Diab

    Kur û bavê ku di vîdeoya bikaranîna çekên kîmyevî de cih girtibûn axivîn

    © Sputnik / Vesti.ru
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lawikê di vîdeoya ku ji aliyê Xûzeyên Spî ve bi îdiaya ‘rejim çekêm kîmyewî bi karanî’ cih girtibû di derbarê rastiya buyerê de axivî.

    Ji Dûmayê lawikê bi navê Hesen Diab di derbarê vîdeoya ku bi îdiaya bikaranîna çekên kîmyevî hatibû kişandin de ji televîziyona Rossiya24ê re axivî. Hesen di derbarê rastiya wê vîdeoyê de wiha axivî: Em di qata binî de bûn, dayîka min got tu tiştekê me yê xwarinê tune ye. Di wê demê de ji derve dengê hin kesên ku diqêriyan hatin, ev kesana digotin birevin nexewşxaneyê, em bi rev çûn nexweşxanê. Dema ku ez ketim nexweşxanê min hildan û avî li min kirin. Dûre jî milîtanan min bi hin kesên din re li nexweşxanê razandin.

    Peyamnêrê leşkerî yê rûsî Yevgeniy Poddubniy destnîşan kir ku "ji bo ku Hesen di vîdeoyê de cih bigire teklîfa xwarindayînê lê kirine, kesên di vîdeoyê de cih girtine nan, piskivêt û xurme dane wan.

    Di derbarê buyerê de bavê Hesen jî destnîşan kir ku: Dema min bihîst ku kurê mi li nexweşxanê ye ez ji kar derketim û çûm nexweşxanê. Tu êrîşeke kîmyewî tune bû, ez li sûkê bûm min tu tiştekî hîs nekir. Bavê Hesen axaftina xwe wiha domand "Ez çûm nexweşxanê û min kurê xwe û jina xwe li wir dît. Milîtanan ji ber ku kurê min di vîdeoyê de cih girtibû xwarin, piskivêt û xurme dabûn wî. Kurê min baş bû tu elametekê kîmyasalê tune bû."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Xûtaya Rojhilat atolyeya milîtanan ya çekên kîmyevî hat dîtin
    Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat studyoya 'Xûzeyên Spî' derxist holê
    Artêşa Sûriyê hemû Xûtaya Rojhilat hilda bin kontrola xwe
    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Etîketan:
    Rewşa Xûtaya Rojhilat, kîmyevî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de