11:16 24 Gulan 2018
    Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê

    Sûriyeyê ji bo şandina hêzên erebî bersiva Amerîkayê da

    © REUTERS / RODI SAID
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku hinek nûçe derketin ku Amerîka plan dike ku piştî vekişîna xwe ji bakurê Sûriyeyê, hêzên erebî li bakurê Sûriyeyê bi cî bike, Şêwirmenda Ragihandinê ya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî, Buseyina Şabanê bersiv da û got, "tiştekî wiha pêk were, ev dê yekem car be ku hêzeke dagirker, bangî hêzên din dike ku werin û welatî dagir bikin".

    hsd-qsd-hsdê
    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Şêwirmenda Ragihandinê ya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî, Buseyina Şabanê bi televizyona RTyê re axift û got, "ew nûçeyên ketine medyayê ku Trump bang kiriye, hêzên amerîkî (yên li Sûriyeyê) bi hevpeymaniyeke erebî re biguherîne, tiştekî gelekî seyr e."

    Şabanê got, "eger ev nûçe rast bin, ev rewşeke gelekî seyr e ku dewleteke dagirker a ne meşrû bangî hinek aliyên din bike da ku werin û ew jî welatî dagir bikin."

    Rayedarê sûrî teqez kir ku "eger tiştekî wiha çêbibe, ev dê tiştekî wiha be ku cara yekem di têkiliyên navdewletî de pêk tê."

    Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ragihandibû ku Amerîka bi mebesta li herema Bakurê Sûriyeyê îsqrarê pêk bîne, piştî vekşîna leşkerên xwe ya ji Sûriyeyê û têkbirina DAIŞê, plan dike ku hêzek leşkerî ya ji ereban li Bakurê Sûriyeyê ava bike.
    Herwiha Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyirî jî duh ragihandibû ku welatê wî pêşniyar kiriye, hêzên "hevpeymaniya îslamî" bişînin Sûriyeyê da ku "şerê terorê bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Gelo wê Rûsya û Amerîka li Sûriyê kêjan çekana bi kar bînin’
    ‘Amerîka li Sûriyê ji Rûsyayê daxwaza kaputilasyonan dike’
    Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka li Sûriyê moşekên Tomahawk Block IV bi kar bîne
    Amerîka û Brîtanya di meseleya Sûriyê de li hev kirin
    ‘Li Sûriyeyê nêzîkî baregehên rûsî 7 balafirên kifşê yên Amerîka hatin tespîtkirin'
    ‘Amerîka plan dike ku li 8 hedefên Sûriyeyê bixe'
    Etîketan:
    Adil Cubeyirî, Beşar Esad, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de