21:00 22 Gulan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    Rewşa dawî ya şerê HSDê li dijî DAIŞê

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televizyona El-Exbarê serdana eniyên şerî yên li rojhilatê Sûriyeyê yên navbera HSD û DAIŞê kir û raporteke berfireh derbarê rewşa dawî de amade kir. Li gorî raportê de, şerê li dijî DAIŞê rawestiyaye û fermandarên HSDê dibêjin, eger Tirkiye operasyonên xwe dewam bike, dibe DAIŞ careke din vegere.

    Peyamnêra kanala El-Exbarê ya erebî Cenan Mûsaya ku berî niha jî serdana Minbicê kiribû, di raporta xwe de dibêje, DAIŞ li gel deverên Iraq û Sûriyeyê hat şkandin lê li vê herêma çolî ya li rojhilatê Sûriyeyê hîn DAIŞ têk neçûye.

    "GEŞEDANÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ ŞERÊ DAIŞÊ RAWSTANDIYE"

    Mûsa di berdewamiya raporta xwe de diyar dike ku şer rawstiyaye û HSD tenê ketiye rewşa parastinê û sedema wê jî ew geşedanên li bakurê Sûriyeyê ne. Peyamnêr wiha dibêje: Em li ser xeta temasê ya gundê Hecînê ne. Li ser banê vê avahiyê endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi cî bûne ku şerê DAIŞê dikin. Lê şer rawstiyaye û tenê ketine pozisyona parastinê. Anku êrîş rawestiyane, ji ber geşedanên dawî yên rewşê li bakurê Sûriyeyê.

    "DAIŞ LI BENDÎ YE, AMERÎKA DERKEVE DA KU VEGERE"

    Cenan Mûsa jê şervanekî HSDê dipirse bê ka rewş çawa ye û ew jî wiha bersivê dide: Ew her şev êrîş dikin û em jî wan têkdişkînin û bi paş de vedigerînin.

    Li gorî Mûsayê, "DAIŞ li vê herêmê kom bûye bi hêviya ku Amerîka û HSD ji van deveran vekişe da ku ji nû ve hewl bide ku rojhilatê Sûriyeyê kontrol bike.

    Herwiha Mûsa diyar dike ku DAIŞ hîn têk neçûye û tenê 500 metre di navbera wan û HSDê de hene.

    "DIVÊ BI EŞÎRÊN EREB RE LI HEV BIKE"

    Di berdewamiya raportê de peyamnerê Exbarê dibêje ku HSD heta piştî herêma Hesekê jî baş kontrol dike lê belê her ku bi pêş de diçin, rewş zehmettir dibe, eger mirov bixwaze hukim li wan deveran bike, pêwîst e ku bi eşîrên ereb re li hev bike.

    "HÎN DAIŞÊ PIŞTGIRÎ Û HUCREYÊN VEŞARTÎ HENE"

    Ji aliyê din ve, Mûsa diyar dike, eger HSD bixwaze bi ser keve, divê ne tenê di şerî de bi ser keve lê divê bikare "aqil û dilê xelkê jî fetih bike."

    Di raportê de tê gotin ku li gundên herêma Dêra Zorê, DAIŞê hîn jî piştgiriyeke xurt û hucreyên veşartî hene.

    Peyamnêr li ser hesabê xwe yê Twitterê jî behsa xetera van hucreyên veşartî dike û tecrubeyên şervanên HSDê li gel wan û wiha dibêje:Şervanên HSDê li rojhilatê Sûriyeyê ji min re got ku serpêhatiyên wan ên xerab li gel hucreyên veşartî yên DAIŞê çêbûne. Hinek endamên DAIŞê riya xwe kur kiriye, ji wan re gotiye "Rojbaş" bi kurdî û ew vexwendine ji bo çayê vexwin lê piştî wê yan ew endamên HSDê kuştine yan jî xwe di nav wan de teqandine. Lewra pêwîst e ku HSD gelekî baldar be.

    ​Mûsa behsa hinek axiftinên din ên şervanên HSDê jî dike û wiha dibêje: "Şervanên HSDê ji min re got ku ji hebûna DAIŞê ya li rojhilatê Sûriyeyê nîgeran in. Heta hinekî ditirsin ku DAIŞ dîsa kontrolê bi dest bixe, eger Amerîka vekişe yan jî hêzên dijî DAIŞê bêtir belav bibin. Mixabin DAIŞ li her derê ye. Hinek deverên bikêşe ev in: Şedadê, Mergede, El Siwar, El Busreya"

    "ŞER TENÊ NE JI BO DAIŞÊ YE LÊ HERWIHA JI BO PETROLÊ YE JÎ"

    Hebûna leşker û dewriyeyên amerîkî jî li wan herêman êdî bûye tiştekî asayî ku gelek caran tên dîtin.

    Mûsa behsa mezintirîn bîra petrolê ya Sûriyeyê dike ku niha di kontrola HSDê de ye û hêzên amerîkî jî lê bi cî bûne û wiha dibêje: Şer li vê derê êdî ne tenê li dijî DAIŞê ye lê herwiha ji bo kontrolkirina petrola Sûriyeyê ye."

    "ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ LI DIJÎ ROJAVA BERDEWAM BIKIN, DAIŞ DÊ VEGERE"

    Fermandarê HSDê yê eniyeke şerî li Dêra Zorê dibêje ku "hîn nêzîkî 7 hezar endamên DAIŞê li vê herêmê hene û herwiha çekên wan ên giran jî hene."

    Herwiha ew fermandar hişyariyê dide, eger operasyonên Tirkiyeyê li dijî gelê Rojava berdewam bikin, ihtimal heye ku DAIŞ careke din vegere.

    Mûsa dibêje, li gel ku şerê DAIŞê wêraniyeke mezin li dû xwe hiştiye jî lê hîn derxistina petrolê dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê dîmenên li ser encamên êrîşên li hemberî Sûriyeyê hatin weşandin
    Nesrallah: Êrîşa welatên rojava ya li hemberî Sûriyeyê bi ser neket
    Erdogan ji bo êrîşa li hemberî Sûriyeyê got: Ev kar wisa bi bergiriyên pansûmankirinê nabe
    Macron: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê navbera Rûsya û Tirkiyeyê xera kir
    NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
    Hemwelatî bo artêşa Sûriyeyê çalakiya piştgiriyê lidarxistin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Amerîka, Siwar, Mergede, Şedadê, Sûriye, Dêra Zorê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de