05:36 22 Gulan 2018
    Buseyna Şaban

    Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in

    © AFP 2018 / RAVEENDRAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmenda çapemenî ya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban di axaftina xwe de ragihand ku pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in.

    Şêwirmenda çapemenî ya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban di axaftina xwe de got: "Pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê ji moşekên Amerîka, Brîtanya û Fransayê biqiltir in û di êrişa dawî de ev îspat bû."

    Buseyna Şaban di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êrişa koalîsyona welatên rojavayî nikare xelkê Sûriyeyê bitirsîne, li şuna ku xelk biçin stargehan derketin ser avahiyan û nîşandan bê çawa pergala parastina Sûriyeyê bi 10an moşekên Trump îmha û gihandina wan a hedefan asteng kirin."

    Şaban di dirêjiya axaftina xwe de got: "Moşekên Trump ne biaqil û ne jî hesas in. Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Amerîka û yên hevalbendên wê biaqiltir û hesastir in."

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Etîketan:
    Şêwirmenda çapemenî ya Serokê Dewleta Sûriyeyê, Buseyna Şaban, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de