04:35 28 Gulan 2018
Noqava Brîtanyayê

Noqava îngilîz xwest êrîşê Sûriyeyê bike lê noqavên Rûsyayê ew asteng kir

© AP Photo / Neil Munns
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Di nûçeyeke rojnameya The Timesê de hat diyarkirin ku noqavên Rûsyayê midaxeleye noqava Astute ya Brîtanyayê kir, ku amadehî dikir bi moşekên krûs li Sûriyeyê bixe.

Rojnameya The Timesê di nûçeyeke xwe ya spartiye çavkaniyên leşkerî de diyar kir ku gava noqava Astute ya Brîtanyayê xwe amade dikir bi moşekên krûz li Sûriyeyê bide, ji aliyê noqavên Rûsyayê ve hat astengkirin.

Li gorî îdiaya rojnameyê gava noqava Astute ya îngilîz xwe amade dikir ji aliyê rojhilatê Behra Spî ve êrîşê bike, rastî yek an jî du noqavên rûsî hat.

Hat gotin ku piştî vê yekê noqava îngilîz ket tengasiyê û derfet nedît têkeve cihê ji bo êrîşkirinê.

Bi heman mijarî:

Li pêş Parlamentoya Brîtanyayê êrîşa li hemberî Sûriyeyê hat protestokirin
Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
Lavrov: Me ti wext negotiye ku ew kesê dikare yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne Esad e
Endamên PEyê êrîşa dijî Sûriyeyê û piştgiriya Fransayê protesto kirin
Etîketan:
noqav, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de