02:24 20 Nîsan 2018
    Hêzên hewayî yên Sûriyeyê li balafirgeha Şiêratê

    Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyeyê: Ti êrîşeke derveyî çênebûye

    © Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyekê leşkerî ya Sûriyeyê ji ajansa SANAyê re ragihand ku hişyariyeke şaş ya binpêkirina qada hewayî bû sedem ku alarmên parastina hewayî û çend moşek bixebitin lê ti êrîşeke derveyî li ser Sûriyeyê tine bû.

    Çavkaniyê îro sêşemê ragihand ku ti êrîşeke derveyî li ser Sûriyeyê çênebûye û destnîşan kir ku hişyariyeke şaş derbarê derbaskirina qada hewayî ya Sûriyeyê bû sedem ku alarmên parastina hewayî û çend moşek bên xebitandin.

    Çapemeniya Sûriyeyê duh diyar kiribû ku pergalên parastina hewayî yên Sûriyeyê moşekên li ser Humsê bêbandor kirine û ragihandibû ku nehatiye diyarkirin bê ew moşek ji kû hatine û ber bi ku ve diçûn.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihandibû ku welatê şeva sêşemê wî beşdarî ti êrîşên li ser Sûriyeyê nebûye.

    Herwiha Wezareta Parastinê ya Amerîkayê derbarê mijarê de diyar kiribû ku ti çalakiya Artêşa Amerîkayê li wê herêmê tine ye.

    Bi heman mijarî:

    Di êrişên li ser Sûriyeyê de barêgeha Încîrlîkê jî hate bikaranîn
    NATO bi mijara Sûriyeyê dicive
    KENY, biryarnameya Rûsyayê ya di derbarê şermezarkirina êrîşa li ser Sûriyeyê qebûl nekir
    Etîketan:
    Hums, Amerîka, Brîtanya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de