17:37 20 Nîsan 2018
    Çekdarên ASAyê

    ASA: Em ji navenda Efrînê vekşiyan

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî operasyona dewleta Tirkiye û çekdarên ASAyê, navenda bajarê Efrînê hatibû bidest xistin û talankirin. Fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Ahmed Osman ji Sputnikê re ragihand ku ji navenda bajêr vekşiyane û kontrola bajêr dane hêzên heremî.

    Hikmet Durgun

    Artêşa Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên ASAyê piştî operasyona 58, piştî vekişîna şervanên YPGê navenda bajêr kontrol kiribûn. Herwiha piştî kontrolkirina bajêr çekdarên ASAyê dest bi dizî û talanê kiribûn.

    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Ahmed Osman ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku çekdarên wan ji navenda bajêr vekişiyane, navendê bi dest hêzên heremî de berdidin û got: "Çekdarên ASAyê ji navenda bajarê Efrînê vekşiyan, me bajêr radestî hêzên ku ji efrîniyan pêk tên kir. Lê ji ewlehiya çolterên bajêrê Efrînê cardin em ê berpirsyar bin."

    Piştî ketina bajêr çekdarên ASAyê dest bi dizî û talanê kiribûn. Li ser vê yekê fermandar îdia kir ku ji ber dizî û talankirina mal û milkên niştecihên Efrînê, kesên tevlî talankirin û diziye bûn hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li sînor şer: 4 jê leşker 7 kes hatin kuştin
    Rûsya: Vîdyoya îdîayên kîmyewî ya Dumayê sexte ye û bi zanebûn hatiye kişandin
    Serokê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir
    Di navbera Îran û Tirkiyeyê de teqes hat kirin
    WSJ: DYA, piştî vekşîna ji Sûriyeyê, avakirina hêzek leşkerî ya ji Ereban plan dike
    Etîketan:
    ASA, dizî, hêz, bajar, Efrîn, Ahmed Osman, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de