10:10 20 Nîsan 2018
    Amerîka û hevpeymanên wê bi moşekan êrişî Sûriyê kir

    Pergala hewayî ya Sûriyeyê çend moşekên li ser Humûsê bêbandor kirin

    © AP Photo / Hassan Ammar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çapemeniya Sûriyeyê û Îranê diyar kir ku pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê moşekên li ser Humûsê bêbandor kirine.

    Çapemeniya Sûriyeyê û Îranê diyar kir ku pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê moşekên li ser Humûsê bêbandor kirine, lê hîn nehatiye diyarkirin ku moşek ji ku dihatin û ber bi kuderê ve diçûn.

    Ajansa fermî ya Sûriyeyê, SANA jî got, "Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê moşekên ku qada hewayî ya Humûsê binpê kirine, bêbandor hiştin." Li ser çavkaniya moşekê ti daxuyanî tune ye.

    Li gorî ragihandina Reutersê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kiriye ku ti tevgereke wan ya leşkerî çênebûye.

    Çavkaniyên herêmî yên medyaya Ereban jî parastin ku balafirên Îsraîlê li ser bajêr digeriya.

     

    Bi heman mijarî:

    May: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê di berjewendiya me ya neteweyî de bû
    Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
    YE: Operasyona Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê zehmettir kir
    Ryabkov: Dubarekirina êrîşan li ser Sûriyeyê dê bibe sedema bertekên tund
    Etîketan:
    pergalên parastina moşekî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de