20:33 23 Nîsan 2018
    'Amerîkayê di êrîşê de li navendeke hilberandina dermanên kanserê xist'

    'Amerîkayê di êrîşê de li navendeke hilberandina dermanên kanserê xist'

    © Foto : Yazan Kalaş
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tê diyarkirin ku êrîşa li dijî Sûriyeyê ya ku bi pêşengiya Amerîkayê bi îdîaya jinavbirina çekên kîmyewî hatibû kirin, tesîseke lêkolînan ji nav biriye ku ji bo hilberandina dermanên kanserê dihat bikaranîn.

    Press TVya girêdayî Saziya Televizyon û Radyoyê ya Îranê ragihand ku yek ji wan herêmên ku di êrîşa hevpar a Amerîka, Fransa û Brîtanyayê de hatiye lêxistin, Peymangeha Pîşesaziyên Kîmyewî û Bipêşdexistina Dermanan bû ku ji ber mueyideyên welatên rojavayî, dermanên li welatî kêm peyda dibin, nexasim ên kanserê li vê tesîsê tên çêkirin.

    "ME LI VÊ DERÊ LÊKOLÎNÊN DERMANAN DIKIRIN"

    Birêveberê peymangehê Seîd Seîd ji Press TVyê re axivî û diyar kir ku navend berê ji aliyê Rêxisitina Qedexekirina Çekên Kîmyewî(OPCW) ve dihat bikaranîn lê berî êrîşa moşekî ji bo hilberandina dermanan dihat bikaranîn.

    Seîdî got, "ji dema qeyrana Sûriyeyê dest pê kiribû, ji ber mueyideyên welatên rojavayî kêmasî di peydakirina hemû cûreyên dermanan de heye. Şirketên biyanî firotina dermanên bi kalîteya bilind bo Sûriyeyê rawestand, bi taybetî dermanên kanserê. Ji ber vê jî me li vir lêkolîn li ser dermanên kanserê dikirin. Me sê dermanên kanserê bi pêş de xistibûn."

    "ÇEKÊN KÎMYEWÎ HEBÛNA, EM Ê NE LI VIR BÛNA"

    Rayedarê sûrî teqez kir, eger wek îdîaya Amerîkayê çekên kîmyewî li navendê hebûna, dê piştî êrîşê neçûbûna herêma."

    Herwiha Seîdî got, "eger çekên kîmyewî li vê avahiyê hebûna, em ê ne li vir bûna. Hevpîşeyên min û ez saet 5ê sibehê hatin vê derê. Eger çekên kîmyewî hebûna, diviyabû, me maske daniyane ser rûyê xwe û bergiriyên din ên parastinê jî bigirtina."

    Dîmenên tesîsa Berzeyê piştî êrîşê
    © Sputnik / Yazan Kalaş
    Dîmenên tesîsa Berzeyê piştî êrîşê

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê(Pentagon) îdîa kiribû ku li sê tesîsên çekên kîmyewî yên hikûmetê xistiye. Li gorî daxuyaniyê, li gel tesîsa Berzê, li du tesîsên li Humsê jî xistibû.

    Bi heman mijarî:

    Medyaya Brîtanî: Mezintirîn koma şerî çû beravên Sûriyeyê
    Putin û Macron li ser rewşa Sûriyeyê axivîn
    'Milîtanan ferman stendiye ku piştî êrişeka Amerîkayê li Sûriyeyê dest bi êrişê bikin'
    Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin
    Rudskoy: Pergalên hewayî yên Sûriyeyê ji 103 moşekan 71 moşek asteng kirin
    Etîketan:
    Brîtanya, Hums Berzê, Sûriye, Fransa, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de