01:29 24 Gulan 2018
    Beşar Esad

    ‘Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne'

    © REUTERS / Ali Hashisho
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kordînatorê heyeta parlamenterên rûsî ku serdana Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad kiribûn Dmitriy Sablîn ragihand ku Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne.

    Beşar Esad
    © Foto : Telegram account of the press service of the President of Syria
    Kordînatorê heyeta parlamenterên rûsî ku serdana Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad kiribûn Dmitriy Sablîn nûçeyên ku Esad welat terikandiye derewand û ragihand ku Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne.

    Parlamenterê Partiya Rûsyaya Hevpar Dmitriy Sablîn wek heyetekê piştî êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Sûriyeyê kiribûn û bi Esad re hevdîtinek pêk anî bûn. Sablîn di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: "Hevdîtina me ya bi Esad re îspata nûçeyên derew ên rojnamevanên rojavayî ye. Gotin Esad bi malbata xwe reviyaye Îranê, lê Esad li Şamê ye û xebatên xwe didomîne."

    ‘ESAD WÊ SÛRIYEYÊ BI PÊŞ BIXE'

    Dmitriy Sablîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Digel ajandaya dewletên rojavayî jî dê Esad welatê xwe bi pêş bixe. Êrişa li hemberî Sûriyeyê ne tenê xelkê rûs û sûriyeyî gihandin hev hemû xelkên girêdayî normên hiqûqa navneteweyî kom kirin."

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûriyeyê, Kordînatorê heyeta parlamenterên rûsî, Dmitriy Sablîn, Beşar Esad, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de