02:29 25 Gulan 2018
    Sûriye- Şam

    Hemwelatî bo artêşa Sûriyeyê çalakiya piştgiriyê lidarxistin

    © Sputnik / Ali Hashisho
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî êrîşa DYA, Fransa û Brîtanya ya dijî Sûriyeyê li paytext Şamê bi sedhezaran çalakvan xwepêşandanek alîkariyê bo artêşa Sûriyeyê li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Xûda, Sûriye û Esad' hatin avêtin.

    Li qada Mizgefta Emeviyê ya li paytext Şamê bi sedhezaran hemwelatiyên sûriyeyî li dijî êrîşa welatên rojavayî ya dijî Sûriyeyê bi xwepêşandanekê alîkarî dan artêşa Sûriyeyê. Bi navê ‘Pîrozbahiyên Serkeftinên Artêşa Erebên Sûriyeyê' çalakiyek hat li darxistin û ji aliyê televizyona dewleta Sûriyeyê ve zindî hat weşandin. Xwepêşandêran bi ala Sûriyeyê fîşekên hewayî teqandin û bo pîrozbahiyê çek berdan. Li gor nûçeya Associated Pressê di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Xuda, Sûriye û Esad' hatin avêtin. Li Zanîngeha Teşrîn a Lazkiyeyê jî bi hezaran xwendekar bo piştgiriya artêşa Sûriyeyê xwepêşandan li dar xistin.

    ​Herwiha Wezareta Berevaniya (Pentagon) DYAyê îdiakiribû ku ti moşekên di êrîşa dijî Sûriyeyê de hatine pekandin ji aliyê pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê ve nehatine astengkirin û gîhaşitine hedefên xwe. Herwiha Rûsya û Sûriyeyê jî eşkere kiribûn ku piraniya moşekan hatine astenkirin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Kes nikare bêje me bêdeng bin
    Rûsya: Amerîka dixwaze otorîteya OPCWê hilweşîne
    NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
    Fîlekî êrîşî geştyaran kir
    Dîrektorê FBIyê: Trump pir derewan dike û nikare serokatiyê bike
    Etîketan:
    Pîrozbahî, Çalakî, Xwepêşandan, Associated Pressê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de