06:57 18 Hezîran 2018
Tomahawk

Şeva Tomahawkê: Êrîşa Amerîkayê ya sembolîk

© REUTERS /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamevanên rûs Andrey Stanavov û Andrey Kots êrîşa Amerîkayê ya li ser Sûriyê nirxandin. “Êrîş ji bo ceribandina sîstema parastinê ya Rûsyayê bû.”

Amerîka, Brîtanya û Fransa duhê sibê bêyî destûra NY bi 103 moşekan êrîşê Sîriyê kiribûn. Wek sedem jî digotin ‘rejima Esed li Xûtaya Rojhilat çekên kîmyevî bi kar aniye.' Rojnamevanê rûs Andrey Stanavov û Andrey Kots hûrguliyên êrîşê ji bo Spûtnîkê nivîsîn.

‘DI HER KEŞTIYÊ DE 60 MOŞEKÊN TOMAHAWK HEBÛN'
Beriya operasyona Sûriyên ji Hêzên Deryayê yên Amerîkayê du heb keştiyên şer yên bi navê Cook û û Porter ji aliyê behra Spî ve nêzê Sûriyê bûn. Di van herdu keştiyan de bi tevahî 60 moşekên Tomahawk hebûn.

Di heman demê de 8 heb balefirên keşfê yên tîpa P8A Poseidon li deverên Sûriyê keşfê kirin. Armanca wan tesbîtkirina hêzên rûsyayê bû.

‘MOŞEK BERIYA KU BIGHÊJIN ARMANCA HATIN ÎMHAKIRIN'
Destê sibê Trump emrê êrîşê da û êrîş dest pê kir. Amerîka bi balefirên bombebaranê yê B-1B Lancer moşekên GBU-38 avêtin tesîsên leşkerî yên Sûriyê. Di heman demê de balefirên Brîtanyayê yên şer 8 heb moşekên Scalp EG avêtin. Amerîka bi tevahî 103 heb moşek avêtin, ji van moşekan 71 heb ji aliyê sîstema parastinê yê Sûriyê ve hatin îmhakirin. Li gorî daneyên R3usyayê balefirên Fransayê tev li êrişê nebûne.

  • Êrişên hewayî yên Fransa, Brîtanya û DYAyê li ser Şamê, Sûriye
    Êrişên hewayî yên Fransa, Brîtanya û DYAyê li ser Şamê, Sûriye
    © AP Photo / Hassan Ammar
  • Êrişên hewayî yên Fransa, Brîtanya û DYAyê li ser Şamê, Sûriye
    Êrişên hewayî yên Fransa, Brîtanya û DYAyê li ser Şamê, Sûriye
    © AP Photo / Hassan Ammar
  • Balafirên şer yên Fransayê
    Balafirên şer yên Fransayê
    © Sputnik / ECPAD/French Military
1 / 3
© AP Photo / Hassan Ammar
Êrişên hewayî yên Fransa, Brîtanya û DYAyê li ser Şamê, Sûriye

'DIBE KU BALEFIRÊN AMERÎKAYÊ JI KOBANÎ Û HESEKÊ RABIBIN'

Balefirên Amerîkayê ji kuderê rabûne hê tam nayê zanîn, lê tê texmîn kirin ku ji balefirgehên di herêmên kontrola YPGê de rabibin. Lewra li Kobanî û Hesekê du balefirgehên ku ji bo van balefirana musaît hene. Amerîka bi rêya van balefirgehan alîkariya leşkerî dide Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê.

‘ÊRÎŞEKE SEMBOLÎK'

Êrîş bi tevahi saetek û nîv berxeda. Di derbarê wendahiyên mirovî de agahiyên zelal tune ne, li gorî agahiyên ji aliyê Rûsyayê ve hatin parvekirin tenê çend kes birîndar bûne. Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê yê Sûriyê gelkê moşekan hatin îmhakirin. Sistema parastinê ya Sûriyê bi pirayê ji pergalên Rûsyayê pêk tên.

Pergalên di destê Sûriyê de yên S-125, S-200, Buk û Kvadrat di dema Sovyetê de ji Rûsyayê hatibû stendin. Artêşa Sûriyê di hêla bikaranîna van sîsteman de têra xwe serkeftî ye. Em dikarin bibêjin ku ev êrîş êrîşeke sembolîk bû.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
Etîketan:
Êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî Sûriyê, moşeka balîstîk, tomahawk, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de