07:28 27 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê

    TEV-DEM derbarê hebûna Tirkiyeyê ya li Efrînê daxuyanî da

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ragihand ku, "Mayîna dewleta Tirkiyeyê ya li Efrîne dagirkerî ye û ev dagirkerî li ser tevehiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê xetere ye. Herwiha Partiyan bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirkiyeyê li Efrîn bi berpirsyar tevbigerin."

    Partiyên di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi riya daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan Efrîne, ferzkirina Tirkiyê ya ziman û sîstema xwe li ser Efrîne şermezar kirin û ji rêxistinên huquqî, enternesyonel û mirovî daxwaz kirin ku dawî li kiriyarên Tirkiyeyê li Efrîne bînin.

    "Gelê Efrîne li hemberî dewleta Tirk têdikoşe û li ber xwe dide. Şervanên YPJ/YPGê jî li hemberî Tirkiye û komên girêdayê wan çalakiyan pêk tîne û derbeyên giran li artêşa Tirkiyeyê didin.

    Mayîna dewleta Tirkiyeyê ya li Efrîne dagirkeriye û ev dagirkerî li ser tevehiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê xeterî ye. Erdogan dixwaze mîna sedê salan dagirkeriya xwe li ser herêmê kûr bike. Rakirina ala Tirkiyê li Efrîne û ferzkirina sîstem û zimanê xwe li ser gelê Efrîne dagirkerî ye û polîtîkayekî li dijî çareserî û ewlehiya herêmê ye."

    Bi heman mijarî:

    Şêrzad Êzidî: Civata ku li Efrînê hatiye avakirin, civata xayina ye
    ‘Rûsya kengî bixwaze dikare Tirkiyeyê ji Efrînê derxe'
    ENKS ji bo Meclisa Efrînê ya îro hatiye damezirandin: Ti ronahî û agahî li ser tine ne
    AA: Mecliseke demkî ya herêmî li Efrînê hat damezirandin
    Pisporê rûsî: Helwesta li hember Efrînê karekterê Erdogan nîşan dide
    Etîketan:
    hebûn, tirk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de