07:04 18 Hezîran 2018
Xûtaya Rojhilat

Ji Dûmayê milîtanên herî dawî jî hatin tehliyekirin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda Lihevanîna Terefên Sûriyê ragihand ku ji bajarê Dûma yê Sûriyê milîtanên dawî jî hatin tehliyekirin.

Navenda Lihevanîna Terefên Sûriyê Yuriy Yevtuşenko ragihand ku milîtanên dawiyê mabûn bi malbatên xwe re ji Dûmayê derketin.

Yevtuşenko got ku: Duhê 3 hezar û 976 milîtanên çekdar jî xwestin ku ji Dûmayê derkevin. Mlîtan û malbatên wan bi tevahî 21 hezar û 145 kes bi 107 otobusan ji Dûmayê hatin tehliyekirin. Bi vê awayê di Dûmayê de milîtanên çekda neman.

Yevtuşenko di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "ji roja destpêkirina tehliyekirina heta îro bi tevahî 67 hezar û 680 kes bi awayekê serkeftî hatin tehliyekirin."

Bi heman mijarî:

Wekîlê rûs: Dûma dibe peymana Herka Tirk di 21ê Berfanbarê de pesend bike
Dibe ku Dûma peymana derbarê baregeha li Sûriyeyê erê bike
Etîketan:
Tehliye, DÛma
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de