06:53 18 Hezîran 2018
Sûriyeyê li Şamê jiyan asayî ye herkes bi kare xwe re mijûl e.

Li Şamê jiyan asayî ye, gelê Sûriyê tinazên xwe bi Trump dikin

© Sputnik / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 00

Piştî êrîşa DYA, Fransa û Brîtanya ya dijî Sûriyeyê li Şamê jiyan asayî ye herkes bi karê xwe re mijûl e. Piştî êrîşê bi sedan sûriyeyî êrîşa DYAyê protesto kirin û daxuyaniyên girîn dan Sputnikê.

Niştecihên paytext Şama Sûriyeyê bi dengê moşekên êrîşa DYA, Fransa û Brîtanyayê dest bi rojê kirin. Piştî êrîşên ku nêzî saetekê ajot, hemwelatiyên sûriyeyî li pêş mizgefta Emeviyê kom bûn û êrîşa Dewleta Yekîtiya Amerîkayê protesto kirin. Kesê ku li Şamê marketekê dixebitîne destnîşan kir ku serê sibehê bi dengê moşekan hişyar bû ye lê piştî êrîşê dest bi karê xwe kiriye.

Di êrîşa DYAyê de nêzî 100 moşek hatin pekandin, çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê eşkere kirin ku ji nêzî 100 moşekan 70 heb hatin astengkirin. Herwiha hat ragihandin ku moşekên DYAyê navendek lêkolînên zanistî û tesîsek li deverên Hûmûsê hilweşandiye, derbarê windakirinan de ti agahî nehat dayin.

Leşkerê ku ji Sputnikê re axivî destnîşan kir ku pergala hewayî ya Sûriyeyê li dijî êrîşên bi moşek yên DYAyê serkeftî bûn. Êrîş bê bandor kirin û windahiyên me pir hindik in. Çavkaniyê ku ji Sputnikê re ragihand hilweşandina navendek lêkolînê piştrast kir, ji aliyê din ve moşekên ku Jamraya û Kisweyê hedef girtibûn li ezmên hatin îmhakirin.

Etîketan:
hemwelatî, Şam, jiyan, Asayî, şer, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de