01:07 26 Nîsan 2018
    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Êrişa li dijê Sûriyê êrişeke derqanûnî bû û nayê qebûlkirin

    © REUTERS / Sergey Karpukhin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, êrîşa Amerîka, Britanya û Fransayê ya li dijê Sûriyê got “derqanûnî ye û nayê qebûlkirin.”

    Lavrov di civîna Konseya Polîtikayên Parastinê de li ser êrîşên li dij Sûriyê hat kirin axivî. Lavrov destnîşan kir ku: Ev êrîşa êrişêke derqanûnî ye û nayê qebûlkirin, herwiha di destê dewletên rojavayî de ji bilî dîmenên li ser medyaya civakî tu agahî tune ne.

    ‘MACRON, PÊŞNIYAZA PÛTÎN YA KU DELÎLÊN DI DESTÊ WAN DE PARVE BIKIN QEBÛL NEKIR'
    Lavrov anî ziman ku "Pûtîn ji hevpîşeyê xwe Emmanuel Macron xwest ku di derbarê buyera kîmyevî de di destê wan de çi heye bila parve bikin, lê Macron vê nepejirand."

    ‘ÊRIŞÊ BI TAYBETÎ BERIYA HATINA OPCWyê KIRIN'
    Sergey Lavrov axaftina xwe wiha domand, Rûsya û Fransa jo bo ku pisporên Fransayê biçin Dûmayê û li buyerê bikolin li hev kiribûn lê mixabin dûre ji aliyê Fransayê kesekî car din li me nefetilî. Welatên rojava bi taybetê beriya ku pisporên OPCW dest bi likolînê bikin dest bi êrîşê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Etîketan:
    amerîka, êriş, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de