06:01 22 Nîsan 2018
    Putin-Esad görüşmesi

    Esad: Vê êrîşê bibiryarbûna me ya li dijterorê xurt kiriye

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî Amerîka, Brîtanya û Fransayê 103 moşek avêtin hedefên Sûriyeyê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad daxuyaniya xwe ya pêşîn da. Esad bi riya telefonê ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî hevdîtin pêk anî û got, vê êrîşê sûriyeyî kirine yek û bibiryarbûna têkoşîna dijterorê ya Şamê xurt kiriye.

    Esad piştî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî Sûriyeyê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re axivî. Rûhanî di hevdîtinê de diyar kir ku Îran li cem Sûriyeyê ye.

    Li gorî daxuyaniya ku ji ofîsa çapmeniyê ya Esad hat dayîn Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad ev tişt gotin:

    "Êdî divê were qebûlkirin ku hêzên rojavayî yên piştgiriyê didin terorîzmê bê kontrol bûne. Di heman demê de ew hîs dikin ku wan baweriya gelên xwe û cîhanê jî wenda kiriye."

    Esad got, vê êrîşê sûriyeyî kirine yek û li her bihosta welêt bibiryarbûna ji bo binpêkirin û têkoşîna li dijî terorîzmê xurt bûye.

    Bi heman mijarî:

    Piştî operasyona li dijî Sûriyeyê dîmenên Esad hatin weşandin
    Fermandarê brîtanî yê kevin got “Esad çima çekên kîmyevî bi kar bîne” Sky News weşanê birî
    Esad: Operasyona muhtemel a dewletên rojavayî dê îstîqrara herêmê têk bibe
    Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de