16:03 20 Hezîran 2018
Moşekeke li ser asîmanê Şamê

Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye

© REUTERS / SANA
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hikûmeta Sûriyeyê êrîşa hêzên Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî baregehên leşkerî yên Sûriyeyê wekî 'hovitî û barbarî' bi nav kir. Hikûmetê derbirî ku ev êrîş binpêkirina hiqûqa navdewletî ye.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser êrîşa hêzên Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî baregehên leşkerî yên Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û got, "Komara Ereb a Sûriyeyê êrîşa hovane ya ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî Sûriyeyê destpê kir, bi awayekî tund şermezar dike. Ev bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navdewletî ye."

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku ev êrîş ji bo xebatên Rêxistina Astengkirinê ya Çekên Kimyewî (OPCW) yên ji bo eşkerekirina bikaranînê ya çeka kimyewî werin astengkirin, hat pêkanîn.

Wezaretê destnîşan kir ku di êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê de nêzikî 110 moşek hatine avêtin û piraniya wan hatine îmhakirin.

Bi heman mijarî:

Putin: Amerîka terorîstan paşçav dike
Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin
Piştî operasyona li dijî Sûriyeyê dîmenên Esad hatin weşandin
Amerîka, Fransa û Brîtanya dest bi êrişa li dijê Sûriyê kirin
Generalê ku gotin miriye bi nûnerê NY re axivî
Etîketan:
êrîşa hovane, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Sûriye, Şam
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de