16:06 20 Hezîran 2018
Beşar Caferî

Sûriyê bersiveke giran da Amerîkayê

© REUTERS / Denis Balibouse
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Hikûmeta Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceferî ragihand ku “eger li ser me êrîş bê kirin em ê berevaniyê ji bo hemû axa Sûriyê bikin.”

Beşar Ceferî di dema civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li New Yorkê de axivî û Amerîka bi dijminatiya gelê Sûriyê sûcdar kir.
Ceferî di axafrina xwe de got ku "Amerîkayê li Sûriyê 50 caran çekên kîmawî bikar aniye û hemû baregehên kîmyewî li Sûriyê armanc kirine. Herwiha çekdaran perwede dike da êrîşê Sûriyê dike. Hûn jî dizanin ku li Reqayê jî bi hezaran sivîl kuştine."

Ceferî di dewamiya axaftina xwe de rexneyan li Brîtanya û Fransa jî kir û wan bi alîkariya terorê sûcdar kir.
Beşar Ceferî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Em Amerîkayê şermezar dikin divê Encûmena Asayişa Navdewletî bi erkê xwe rabe û aramiyê bîne Sûriyê. Yên dijminahiya me dikin bila li xwe binhêrin.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
Etîketan:
Rûsya, amerîka, sûriye, Beşar Caferî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de