01:01 26 Nîsan 2018
    Hêzên Amerîkayê

    ‘Amerîka plan dike ku li 8 hedefên Sûriyeyê bixe'

    © AP Photo / Maya Alleruzzo
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyeke ji televîzyona CNBCê re axivî û diyar kir ku Birêveberiya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump li ser bersivdayîna hikûmeta Sûriyeyê ji ber îdiaya bikaranîna çekên kimyewî ya li Dûmayê dixebite û Amerîkayê plan dike ku êrişî 8 hedefên li Sûriyeyê bike.

    Birêveberiya Amerîkayê xwe amade dike ku bersiv bide êrişa çekên kimyewî ku tê îdiakirin li Dûmayê hatiye bikaranîn, herwiha çavkaniyeke ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji CNBCê re ragihand ku Amerîka plan dike ku êrişî 8 hedefên li Sûriyeyê bike.

    Çavkaniyê eşkere kir ku di nav wan 8 hedefan de 2 balafirgehên leşkerî, navendeke lêkolînê û fabrîqeyeke çekên kimyewî hene.

    Heman çavkaniyê îdia kir ku, Artêşa Sûriyeyê gelek navgînên hewayî veguhestine balafirgehên leşkerî yên di bin kontrola Rûsyayê de ne kirine.

    ​Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump, bi endamên Konseya Ewlehiya Neteweyî re civiya bû û biryareke di mijara mudexaleya Sûriyeyê de derneketibû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di destê me de delîl hene ku di provokasyona kîmyewî de destwerda Brîtanyayê heye
    NY: Şerê Sar dîsa destpê kir
    'Milîtanan ferman stendiye ku piştî êrişeka Amerîkayê li Sûriyeyê dest bi êrişê bikin'
    Putin û Macron li ser rewşa Sûriyeyê axivîn
    Balyozxaneya Rûsyayê ya Londonê: Her labaratwara hevdem dikare Noviçokê senteze bike
    Etîketan:
    hedef, televîzyona CNBC
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de