02:40 28 Gulan 2018
Dûma, Sûriye, Şam

'Milîtanan ferman stendiye ku piştî êrişeka Amerîkayê li Sûriyeyê dest bi êrişê bikin'

© REUTERS / Bassam Khabieh
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Milîtanan ferman stendiye ku piştî êrişeka muhtemel a Amerîkayê li Sûriyeyê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya diyar kir ku xuya ye, Amerîka senaryoya leşkerî dimeşîne li gek ku dibe encamên giran li ser ewlehiya cîhanê bîne, ji ber ku hêzên leşkerî yên rûsî li wî welatî ne.bi êrişê bikin.

Nûnerî got, "agahî di destê Moskowê de hene ku milîtanan ferman stendiye ku piştî êrîşeke muhtemel a Washingtonê li ser Sûriyeyê erîşan bikin."

Nebenzyayî bal kişand ser wê yekê ku Rûsya li ser çavdêrkirina "amadekariyên Amerîkayê yên neqanûnî" ji bo êrîşeke leşkerî li dijî armancên li Sûriyeyê berdewam e.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya wiha got: "em li ser çavdêrkirina amadekariyên xeter ên bizava leşkerî ya neqanûnî li dijî serweriya dewletê ku binpêkirina qanûna navdewletî ye. Ne tenê bikaranîna hêzê lê herwiha tehdîdkirina bi bikaranîna wê jî jî peymana NYyê bin pê dike."

Li gorî nûnerî, senaroyeke Washingtonê li Sûriyeyê heye ku dibe encamên gelekî giran bi ser ewlehiya cîhanê de bîne.

Nebenzyayî diyar kir ku Washington dê berdêla senaryoyeke wiha bide û herwiha ya destwerdanên berî wê jî.

Herwiha nûnerê rûsyayê bangî Amerîka û hevalbendên wê kir ku biryara xwe ya Sûriyeyê ji nû ve binirxînin û teqez kir ku Moskow amade ye, hevkariyê bike.

Bi heman mijarî:

‘Artêşa Sûriyeyê ketiye amadebaşiyê’
Nebenzya: Tehdîdên Amerîka yê li hemberî Sûriyeyê divê her kesî metirsîdar bike
Rûsya: Ger Amerîka li Sûriyeyê êrîşê artêşa rûsî bike, em ê tavilê bersivê bidinê
Bi îhtîmala êrîşa dijî Sûriyeyê rêhewayên ewropayê hatin hişyarkirin
Qada hewayî ya Sûriyeyê bi temamî vala bû
Sûriyeyê bersiv da Amerîkayê: Serî li derewan didin
Etîketan:
Vasiliy Nebenzya, Amerîka, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de