17:27 22 Nîsan 2018
    PYD

    Serokê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê: Em ne şaxeke PYDê ne

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Kaftan diyar kir ku partiya wan ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye damezirandin û ne jî şaxeke PYDê ne. Kaftan herwisa anî ziman ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re di nav peywendiyê de bin.

    Hikmet Durgun

    Serokê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Kaftan diyar kir ku partiya wan ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye damezirandin û ne jî şaxeke PYDê ne. Kaftan herwisa anî ziman ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re di nav peywendiyê de bin.

    ‘EM DIXWAZIN PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ BI RIYÊN SIYASÎ ÇARESER BIBE'

    Serokê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Kaftan ji bo Sputnikê axivî û da zanîn ku wan ev partî ji bo xizmeta Sûriyeyê ev partî damezirandû got, "Armanca me ya damezirandina vê partiyê, çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê ye. Em dixwazin pirsgirêka Sûriyeyê bê şer û bi riya siyasî çareser bibe. Em dixwazin bêyî xwîn birije, bêyî ku mirov bimirin, çareser bibe. Em dixwazin bi welatên cîranan û gelek dewletên bi hêz re pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Em ê xwebatên partiya xwe li tevahiya Sûriyeyê belav bikin. Em difikirin li her bajarî buroya xwe vekin. Li Reqqa, Minbic, Kobanê, Qamişlo, Heseke û Dêrza Zorê buroyên partiya me hene. Di partiya me de Kurd, Tirkmen, Ereb û Çerkes hene."

    ‘EM DIXWAZIN BI HER PARTIYÊ RE HEVKARIYÊ BIKIN'

    Kaftan derbirî ku ew ne şaxeke PYDê ne û wisa berdewam kir: "Peywendiyên me yên bi PYDê re hene lê em ne girêdayî PYDê ne. Em ne girêdayî ti partiyê ne. Her partî xwediyê armanceke cuda ye. Em bi ti partiyê re şer nakin. Em dixwazin bi partiyan re hevkariyê bikin."

    ‘EM DIXWAZIN BI TIRKIYEYÊ RE RÛNIN'

    Kaftan destnîşan kir ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re peywendiyan deyne û got, "Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim em wekî şaxeke PYDê tawanbar kir. Em jî dibêjin, ti girêdaneke me ya organîk bi PYDê re tune ye. Tenê peywediyên me hene. Em dixwazin bi Tirkiyeyê re rûnin û pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin."

    Rojava
    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    ‘PEYWENDIAY ME BI AMERÎKAYÊ RE TUNE YE'

    Îbrahîm Kaftan herwisa derbirî ku ti peywendiya wan bi Amerîkayê re tune ye û partiya wan ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye damezirandin. Kaftan ev tişt gotin, "Amerîka ji me re dibêje, em dixwazin DAIŞ bi dawî bibe. Em dixwazin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe. Em û Amerîkayê dixwazin DAIŞ li herêmê nemîne. Bila biqede ûpirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe.

    Îbrahîm Kaftan di heman demê de anî ziman ku peywendiya wan bi hikûmeta Sûriyeyê re jî tune ye û got, em dixwazin pê re hevdîtinan bikin.

    Bi heman mijarî:

    Parêzer Zilan: Enqere hemû kurdên PYD, PDK, YNKyî yek dibîne
    PYD: Balafiran li Raco, Cindirês û Şerayê sivîl kirin armanc
    PYD: Me herêmên li Helebê radestî artêşa Sûriyeyê nekir lê me li hevdu kir
    Rûsya: Bidûrxistina PYD ne tiştekî avaker e
    Sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj bersiv da Yildirimî: Pîvanên we çi ne?
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê, Îbrahîm Kaftan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de