17:41 22 Nîsan 2018
    Baregeha Hmeymîmê

    ‘Li Sûriyeyê nêzîkî baregehên rûsî 7 balafirên kifşê yên Amerîka hatin tespîtkirin'

    Sputnik
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Sûriyeyê li nêzî baregehên leşkerî yên Tartus û Hmeymîmê yên rûsî 7 balafirên kifşê yên Amerîkayê hatin tespîtkirin.

    Di vê dema ku rêvebiriya Washîngtonê bi êrişa moşekî Sûriyeyê tehdîd dike de hat îdîakirin ku balafirên aîdî fîloya amerîkî li Deryaya Spî dest bi wezîfeya kifşê dikin.

    Li gor hisabê Mil Radarê ku hemû tevgera balafirên leşkerî yên cihanê qeyd dike û li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê parve kiriye, 7 balafirên kifşê yên aîdî Amerîkayê li nêzî herêma baregehên leşkerî yên Tartus û Hmeymîmê yên rûsî firiyane.

    Hat îdîakirin ku balafirên di kifşê de firiyane balafira sîxur a bi modela 6 P-8A Poseidon a dijnoqav û balafira bi modela 1 EP-3 Aries II ne. Heta niha ne Rûsya û ne jî Amerîka derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî nedane.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Etîketan:
    Balafirên kifşê yên amerîkî li derdora baregên rûsî firiyan, Tartus, Hmeymîm, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de