17:45 25 Gulan 2018
Operasyona Efrînê - hêzên artêşa tirk

Fermandarê ASAyê: Amerîka êrişê Sûriyê bike em ê gorî biryara Tirkiyê tevbigerin

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Serokê Rêxistina çekdar ya bi navê Tugayên Sultan Murad Ahmed Osman di axaftina xwe ya bi Spûtnîkê re anî ziman ku “dema ku Amerîka êrişê Sûriyê bike em ê ne bi Amerîkayê re bin em ê li gorî biryara Tirkiyê tevbigerin.”

Hikmet Durgun

Di derbarê rakêşiyên di navbera Sûriyê û Amerîkayê de serokê Rêxistina çekdar ya bi navê Tugayên Siltan Mûrad Ahmed Osman bi Spûtnîkê re axivî.

Ahmed Osman destnîşan kir ku "em bi Amerîkayê ve girêdayî nînin, Amerîkayê gelek xeletiyan bi me re kir, em ê li gorî Tirkiyê tevbigerin, lewra Tirkiye heta îro gelek caran alîkariya me kir û li me xwedî derket, Tirkiye çi bibêje em ê wê bikin. Osman axaftina xwe wiha domand: Heta îro em gelek caran bi Tirkiyê re xebitîn ni taybetî jî li Bakurê Helebê, menfieta Tirkiyê menfieta me ye, Tirkiye çi biryarê bide em pê re ne.

Ahmed Osman di derbarê êrişa muhtemel a Amerîkayê de got ku: Eger êriş bikin wê êrişê balefirxaneyan, navendên leşkerî û bargehên çekên giran bikin. Amerîka li Sûriyê bixe jî bi hêsanî nikare lê bixe lewra leşkerên Rûsyayê û yên Îranê li wir hene. Nikarin li cihê ku leşkerên Rûsyayê li wir hebin lê bixin.

Bi heman mijarî:

'ENKSê xwest ku Tirkiye û ASA ji Efrînê derkevin'
Berdevkê Meclîsa Sivîl ya Efrînê: ASA li Efrînê malê xelkê talan dike
Parlamenterê AKPê: ASA hêzeke milîs a netewî ye
ASA: Niyeta me nîne em bikevin navenda bajarê Efrînê
Etîketan:
Amerika, ASA, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de