06:53 18 Hezîran 2018
Pisporên Keşfê

Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye

© AP Photo / Andrew Matthews
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW) ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandibû ku ew dê roja şemiyê li ser îdiaya bikaranîna êrişên kîmyewî li Sûriyê lêkolînan bike, Sûriyê jî daxuyaniyek da.

Rayedarekî ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi rêya televizyona dewletê ragihand ku eger hatina şanda pisporan a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW) bo welêt bi derengî bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye.

Dîplomatê Sûriyeyî "Dewletê Rojavayê hewil didin karên OPCWyê asteng bikin û di karên wê destwerdanan bikin."

Ji bûroya çapemenîyê ya  OPCWyê îro hatibû ragihandin ku di demeke nêz de komeke pisporên OPCW wê ji bo lêkolînkirina êrişên kimyawî yên gengaz ber bi bajarê Dûma yê Sûriyeyê ve bi rê kevin.

Di daxuyaniyê de herwiha hatibû gotin ku "koma pisporan ber bi Dûmayê ve çûn û ew dê 14ê mehê roja çarşemê dest bi lêkolînan bikin."

Bi heman mijarî:

Koma pisporên OPCW amadekarîyan dike ku biçe Dûmayê
Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
Nûnerê Putin: OPCW dizane li Saratovê çekên kimyewî nayên hilberîn
OPCW: Bikaranîna çekên kîmyewî li Efrînê nehat piştrastkirin
OPCW: Em li Hamayê rastî şopa çekên kîmyewî hatin
Etîketan:
Dîplomatê rûsî, Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, OPCW, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de