17:47 25 Gulan 2018
Navenda bajarê Efrînê, Artêşa Tirk-ASA

ENKS ji bo Meclisa Efrînê ya îro hatiye damezirandin: Ti ronahî û agahî li ser tine ne

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 10

Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê îro ragihandibû ku Mecliseke demkî ya herêmî li Efrînê hatiye damezirandin. Birêvebirê PDK-S û endamê ENKSê Muslim Mihemedî diyar kir ku ti ronahî û agahî li ser vê meclisê tine ne û ti têkiliya me bi wan re tine. Herwiha wî got, “haya dijberiya Sûriyeyê jî jê tine.”

Efrîn Rojava Kurd - Sûriye
© AFP 2018 / George OURFALIAN
Dilyar Amûdî

Birêvebirê PDK-S û endamê ENKSê Muslim Mihemed ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku ti têkiliya wan bi vê meclisa hatiye ragihandin ve tine û herwiha haya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlafa) jê tine.
Mihemed diyar dike ku piştî Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ketin Efrînê li Efrînê çêbû, gelek kom, rûniştin, civat û kongre hatin çêkirin û li ser vê meclisa îro hatiye ragihandin jî wiha got: Lê ev meclisa ku hatiye damezirandin, ti ronahî û agahî li ser tine ne. Heta haya îtîlafê jî jê tine ye."

Herwiha Mihemedî diyar kir ku Kongreya Rizgarkirina Efrînê(KRE) ya li Dîlokê hatiye damezirandin bêtir berprisyar e û bi kar û barên têkilîdarî Efrînê radibe û wiha dewam kir: "Ew Kongreya Rizgarkirina Efrînê(KRE) ya li Dîlokê hatiye damezirandin ew bêtir rola xwe dilîze û heyet û meclisên xwe çêkirine. 115 endamên xwe li hundir çêkirine. Çi li bajêr û çi li gundan, encûmenên biçûk çêkirine. Ew bêtir li ser erdê him fermî û him jî rewa dixebitin. Herwiha haya KREyê bixwe jî vê meclisê tine ye."

"TÊKILIYA ENKSÊ BI VÊ MECLISÊ RE TINE"

Di berdewamiya axiftinê de Mihemedî got, "Em jî wek ENKSê bi awayekî fermî ti têkiliya me bi van encûmenan re tine ye. Ew encûmen ên xelkê Efrînê ne û ew jî mafê wan e û divê xelkê Efrînê xwe bi rê ve bibe. Li gorî agahiyên li cem me, ne haya dijberiya Sûriyeyê ji vê meclisê(ya ku îro hatiye ragihandin) tine ye û ew meclisa li Dîlokê hatiye avakirin niha bi wî karî radibe."

Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlafa) Hewas Egîdî jî ji Sputnik Kurdistanê re li ser têkiliya ENKSê û wê KRE7ê axivîbû û gotibû: Em wek ENKSê ti têkiliya me bi wê encûmê ve tine û xelkê Efrînê ji xwe re çêkiriye. Xelkê Efrînê ew civat damezirandiye.

Li ser sedema ku Ajansa Anadoluyê nûçeyeke wiha daye jî Muhemedî diyar kir ku divê ev pirs ji wan were kirin lê haya îtîlafê ji vê meclisê tine.

"TI ROLA KESÊN DI WÊ MECLISÊ DE TINE"

Ajansa Anadoluyê di nûçeya xwe de diyar kir ku "Zuheyir Heyder ji nav nûnerên kurd bûye serokê meclisê û lijneya pêkanînê jî hatiye demezirandin ku 8 kes endamên wê ne û navê wan wiha ne: Zekeriye Muhemed, Casim el Siferî, Ehmed Hec Hesen, Ebdurehman Necar, Horu Osman û Muhemed Şêx Reşîd in."

Rayedarê ENKSê Muslim Mihemed diyar dike ku van kesan nas dike û wiha dibêje: " Ez wan kesan nas dikim lê ti rola wan tine ye."

Ji aliyê din ve, Muslim destnîşan kir ku her kes dizane Efrîn bajarekî kurdî ye û eger rêjeya ereban li Efrînê gelekî kêm e û ya tirkmenan ji xwe gelekî kêmtir e.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Leşkerê ku li Efrînê brîndar bibû jiyana xwe winda kir
Li Efrînê wesaîda leşkerên tirk li mayînê qelibî, personelek mir 3 leşker jî birîndar bûn
Netanyahu dîsa bersiv da: Yên ku li Efrînê sivîlan dikujin nikarin dersa exlaqê bidin me
‘Malbatên ereb ên ji Xûtayê hatine tehlîyekirin li Efrînê hatin bicihkirin’
Etîketan:
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê, Kongreya Rizgarkirina Efrînê, ENKS, Hewas Egîd, Muslim Muhemed, Tirkiye, Sûriye, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de