03:10 23 Nîsan 2018
    Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, Buseyna Şaban

    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne

    © REUTERS / KHALED AL HARIRI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derbarê gefxwarinên Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê Donald Trump de Şêwirmenda Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban daxuyand ku em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amadene.

    Li gor daxuyaniyên Şêwirmenda Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban ku da televizyona El Mayadinê got Sûriye ji şer natirse û di îhtîmala şerekî de jî li dijî şer amadene: "Rêbazên şer li gor berjewendiyên Şamê hatin guherandin. Îro li gor berê em di rewşek baş de ne."

    Şaban kiryarên dewletên rojavayî yên dijî Sûriyeyê wek şerê psîkolojîk nirxand: "Tiştên ku niha tên jiyîn şerê psîkolojîk e. Dewletên rojavayî bi sernefiraziyên xwe, xwe dixapînin."

    Şêwirmenda serokê dewleta Sûriyeyê got ku di navbera Rûsya, Sûriye, Îran û Hizbûllah de koordînasyonek baş heye, dewletên rojavayî ji vê ditirsin. Şaban derbarê pêvajoya rizgarkirina Xûtaya Rojhilat de jî got ku artêş piştî rizgarkirina Xûtaya Rojhilat wê ji bo hemû rizgarkirina axa Sûriyeyê têbikoşe.

    Xûtaya Rojhilat bi piştevaniya artêşa Rûsyayê û hêzên hikumeta Sûriyeyê ji çekdaran hatibû rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Etîketan:
    Çekên Kîmyewî, şer, xûtaya Rojhilat, Dûma, Şêwirmenda Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de