02:36 28 Gulan 2018
Putin-Esad görüşmesi

Esad: Operasyona muhtemel a dewletên rojavayî dê îstîqrara herêmê têk bibe

© Sputnik / Michael Klimentyev
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokkomara Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku çi tevgereke mıhtemel ji aliyê dewletên rojavayî dê tenê istiqrara herêmê zêdetir têk bibe.

Li gorî ajansa SANAyê, Esedî îro pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê, Elî Ekber Wîlayetî kiriye û di wê civînê de teqez kiriye ku "li gel her serkeftineke ku li ser erdê tê bidestxistin, dengê hinek dewletên rojavayî tê bilindkirin û hinek kiryar tên zêdekirin da ku hewl bidin berê bûyeran biguherînin."

Esedî got, "ev deng û kiryar dê ti tiştî nekin lê tenê dê îstiqrara li herêmê zêde bikin û aştî û ewlehiya navdewletî tehdîd bikin."

Wîlayetî jî berxwedana Sûriyeyê di yek ji dijwartirîn şeran de û birijdiya gelê wê ji bo serkeftinê li gel tevahiya piştgirî, fînansekirin û çekdarkirina derveyî ji vî şerî re, nimûneyek e ku her gelekî rastî şerekî wiha were li ser bimeşe.

Rayedarê îranî teqez kir ku Îran dê her li gel Sûriyeyê bimîne.

Bi heman mijarî:

Peskov: Esad serokê rewa yê Sûriyeyê bû û wisa ma
Macron bersiva Esad da: Li şûna ku biçe xwe daye benda DAIŞê
Penaxwaziya jina pismamê Esad hat qebûlkirin
Salih Muslim: Esad bi van daxuyanyan dixwaze bandorê li ereban bike
Erdogan ji bo Beşar Esad got: Ew terorîstek e
Tillerson: Bi Rûsyayê re bo mijara Sûriyeyê bi hevkarî emê bixebitin, lê divê Esad biçe
Etîketan:
Elî Ekber Wîlayetî, Beşar Esad, Sûriye, Amerîka, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de