06:58 18 Hezîran 2018
Şam

Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin

© Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Sûriye û Îranê teqezî li ser wê kir ku divê herdu alî kordînasyona xwe zêde bikin da ku li dijî operasyoneke amerîkî ya muhtemel bisekinin.

Li gorî ajansa SANAyê ya fermî ya Sûriyeyê, Wezareta Derve ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ev tişt di civîna navbera di Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd el Muelim û Şêwirmendê Rêberê Karûbarên Navdewletî Elî Ekber Wîlayatî de ya li Şamê de hatiye gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku herdu aliyan têkiliyên stratejîk ên navbera Sûriye û İranê û rêyên xurtkirina wan di hemû waran de gotûbêj kirine û herwiha wan behsa geşedanên rewşa li Sûriyeyê û herêmê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, hatiye teqezkirin ku" kordînasyon û şêwira navbera herdu welatan bê zêdekirin da ku li dijî provokasyon û gefên Îsraîl û Amerîka li Sûriyeyê dikin bisekinin".

 Ji aliyê din ve, Wîlayetî teqez kiriye ku Îran dê "her li ser wê kiriye ku dê li gel Sûriye û gelê wê bisekinin û piştgiriyê bidin şerê wê li dijî terorê bikin ku yekîtî û istiqrara herêmê dike armanc."

Bi heman mijarî:

Lavrov: Divê Tirkiye kontrola Efrînê bide Hikûmeta Sûriyeyê
Pûtîn û Erdogan derbarê Sûriyeyê de axivîn
Sê îranî di êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha Sûriyeyê de hatin kuştin
Rojnameya rûsî: Hindik maye Amerîka û Rûsya li Sûriyeyê şer bikin
Kremlin: Em hêvî dikin ku rêyeke hevseng li Sûriyeyê neyê meşandin
'Keştiya Amerîkayê ber bi Sûriyeyê ve kete tevgerê'
Etîketan:
Elî Ekber Wîlayetî, eELÎD EL mUELİM, Îran, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de