21:17 24 Nîsan 2018
    Keştiya şer a rûsî

    'Keştiyên Rûsyayê ji Tartusê veqetiyan, dibe ku li deryayê bi cih bûne'

    © AP Photo / Pavlos Vrionides
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor dîmenên Şîrketa çavdêriya peykê Image Satellite Internacionalê tê xuyakirin ku keştiyên şer yên Rûsyayê ji baregehên benderên Tartusa Sûriyeyê veqetiyan. Hat îdiakirin dibe ku keştiyên Rûsyayê li deryayê bi cih bûne.

    Image Satellite Internacional, li ser Facebookê dîmenên keştiyên şer yên Rûsyayê ku ji baregehên benderên Tartusa Sûriyeyê vediqetin parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dibe ji ber îhtîmala êrîşan li deryayê bi cih bûne.

    Di dîmenên 11ê Nîsanê de li benderê 7 keştî û 2 keştiyên bi modela Graçonok yên sure'tê, herwiha 2 keştiyên binav hatibûn xuyakirin, lê niha ji wan keştiyan yek ma ye.

    Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê Donald Trump bi hinceta ku çekên kîmyewî bikaraniye eşkere kir wê bersivekê bide rêvebiriya Şamê û peyama "Amade be Rûsya, moşek tên" li ser medyaya civakî parve kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Firînên navbera Rûsya û Misrê dîsa dest pê kirin
    ‘Gelo wê Rûsya û Amerîka li Sûriyê kêjan çekana bi kar bînin’
    Qesra Spî: Trump, berpirsê êrişa kîmyevî Rûsya û Sûriyê dibîne
    ‘Pentagon di dema êrişeke muhtemel de ditirse ku Rûsya bersiv bide’
    Etîketan:
    keştî, Pevçûn, Şer, Image Satellite Internacional, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de