02:38 28 Gulan 2018
Xûtaya Rojhilat

Artêşa Sûriyeyê kontrola Xûtaya Rojhilat bi dest xist

© AFP 2018 / STR
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Sûriyeyê kontrola temamê Xûtaya Rojhilat bi dest xist.

Navenda şopandina agirbesta Wezareta Parastin a Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê temamê Xûtaya Rojhilat ji destê Ceyşul Îslam /Artêşa Îslamê) deranî.

Hat ragihandin ku ji bo tehliyeya 8 hezar milîtan û 40 hezar sivîl peyman hatiye îmzekirin.

Rêvebirê navenda şopandina agirbest a Rûsya li Sûriyeyê Yuriy Yevtuşenko di axaftina xwe de got: "Pevçûnên Dumayê bi dawî bûn. Ji bo tehliyeya milîtan û malbatên wan 100 otobus ketin nava Dumayê. Grûba pêşî dê bi van otobusan were tehliyekirin. Li gor planan dê 8 hezar milîtan û nêzîkî 40 hezar malbatên wan werin tehliyekirin."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Di nava 24 seetên dawî de zêdetirî 3 hezar milîtan ji Dumayê derketin
Amerîka: Ji xeyrî kê li Dumayê çi bikaranî divê em bizanibin kê ev êriş kir
‘Yekem koma milîtanên Ceyşul Îslamê ji Dumayê derket'
Parlamentarê Rûsî: Em li Dumayê li ser midaxeleya DYAyê ya bo Rûsyayê bicivin
Dumayê bertek da biryara NATOyê
Etîketan:
Navenda şopandina agirbesta Wezareta Parastin a Rûsyayê, Xûtaya Rojhilat, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de