08:46 23 Nîsan 2018
    Keştî

    ‘Gelo wê Rûsya û Amerîka li Sûriyê kêjan çekana bi kar bînin’

    © Sputnik / Igor Zarembo
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amerîkayê kovara leşkerî ya bi navê The National Interest (NI) di şerê muhtemel yê Sûriyê de Amerîka û Rûsya wê çi cûre çekan bi kar bînin nivîsî.

    Li gorî nûçeya di kovarê de, Amerîka wê li Sûriyê moşekên Tomahawk û AGM-86 bi kar bîne lewra sîstemên Rûsyayê yên parastinê van moşekana nabînin. Herwiha Amerîka wê balefirên bombebaranê yên B-2 û balefirên xeyalet F-22 Raport bi kar bîne, lê tê zanîn ku radarên Rûsyayê van balefirana zû tesbît dike.

    Kovar di êrişê de di derbarê tevgera Rûsyayê de jî wiha dibêje: Ihtimal e ku Rûsya wek bersiv wê êrişê baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê bixe. Di van êrişan de Rûsya wê balefirên bombebaranê Tu-95 û Tu-160an bi kar bîne. Li gel van moşekên X-101 û moşekên ku ji behrê tên avêtin bi kar bîne.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka balefira xwe ya bi navê ‘roja qiyametê’ bi hewa xist
    Îran: Eger Amerîka êriş bike, em ligel Şamê ne
    Rûsya: Ger Amerîka li Sûriyeyê êrîşê artêşa rûsî bike, em ê tavilê bersivê bidinê
    Nebenzya: Tehdîdên Amerîka yê li hemberî Sûriyeyê divê her kesî metirsîdar bike
    Etîketan:
    balefira, moşek, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de