17:38 20 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    ASA: Piştî êrîşa muhtemel a Amerîkayê, em ê dest bi êrîşan bikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandarekî Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) ragihand ku "piştî êrîşeke Amerîkayê muhtemel a Amerîkayê, em ê dest bi êrîşan bikin da ku herêmên me ji dest dane vegerînin û herêmên nû fetih bikin."

    Fermandarekî ASAyê ji Sputnikê re axift û got," piştî êrîşeke Amerîkayê ya muhtemel li dijî hikûmeta Sûriyeyê, dê êrîşan bikin da ku herêmên ji dest dane vegerînin û herêmên nû kontrol bikin."

    Herwiha Fermandarê ASAyê Fatih Hesenî îdîa kir, di encama êrîşeke muhtemel a Amerîkayê de, hikûmeta Sûriyeyê dê qels bibe û destpêkirina gotûbêjên rasteqîn dê pêkan be û wiha dewam kir: "Em wek hêzên dijberiya siyasî dê qelsiya siyasî ya rejîmê bi kar bînin. Ev dibe ku bandoreke fişarker li Rûsyayê bike da ku gotûbêjên rasteqîn dest pê bikin."

    "HÊZÊN REJÎMÊ DÊ JI HEV BIKEVIN"

    Hesenî wiha got: "Em dê hewl bidin avantajê ji êrîşa Amerîkayê bi dest bixin ji ber ew êrîş dê bibe sedema jihevketina hêzên rejîmê, derketina tevliheviyan û vekişîna rejîmê. Em jî amadekariyê dikin ku piştî wê êrîş bikin da ku kontrola herêman ji nû ve bistînin û herêmên nû bi dest bixin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê ASAyê: Heye em beşdarî Soçî bibin
    ‘Amerîkayê piştgiriya xwe ya bo ASAyê birî, êdî tekane hevpeyman HSDê ye'
    Serokê Meclisa Leşkerî ya El Babê: ASAyê bi ser gundên El Babê de girt û 40 kurd revandin
    Endamên ASAyê bi wesayitan derbasî Sûriyeyê bûn
    ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’
    Etîketan:
    ASA, Fatih Hesen, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de