21:28 24 Nîsan 2018
    YPG-HSD

    ‘Hemû mesrefê çekên giran û lojîstîka HSDê welatekî ereb dide'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 02

    Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Haberturkê Çetiner Çetin îdîaya alîkariya Erebistana Siûdî bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

    Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Haberturkê Çetiner Çetin ji bo îdîaya ku di nava van du rojên dawî de Erebistana Siûdî 300 tir çekên giran ku wesayîtên zirxî jî di nav de ji HSDê re şandine got: "Ez dikarim vê bêjim heta îro hemû mesrefê alîkariya ku Amerîkayê ji Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) re şandiye tev Erebistana Siûdî daye û dide. Her kes zêdetir li ser wêneyên biçûk ku dibêjin Siûdî dîsa 300 tir nizanim 100 tirên din ji HSDê re şandin disekinin. Haya kesî ji wêneyê mezin tuneye. Ji xeyrî şandina 300 an jî 50-100 tirî tiştekî din girîng heye."

    ‘DI RIZGARKIRINA REQQAYÊ DE WEZÎRÊ SIÛDÎ LI WIR BÛ'

    Rojnamevan Çetiner Çetin di axaftina xwe de got: "Ka em bînin bîra xwe dema bajarê Reqqayê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin kî derkete pêşberî kamerayan. Di axaftina rizgarkirina bajarê Reqqayê de ji xeyrî nûnerê Serokê Serokê Amerîkayê Donal Trump ê dijî tekoşîna DAIŞê Breet McGurk û rêvebir û femrandarên HSDê kesekî din jî hebû, lê vî kesî bala tu kesî nekişand. Ew jî Wezîrê Karê Kendavê yê Erebistana Siûdiyê Tamer el Sabhan bû. Hem dema ku McGurk li pêşberî kamerayan û hem jî dema berpirsên HSDê diaxivîn el Sabhan li kêleka wan bû. Kesî nepirsî ev mirov kî ye. Belkî hineka digot dibe ev jî şêxekî Reqqayê be."

    ‘SIÛDÎ DIXWAZE BI ALÎKARIYA XWE YA HSDÊ RÊ LI BER ÎRANÊ BIGRE'

    Nivîskar Çetiner Çetin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez dixwazim wêne hinekî din mezin bikim û bêjim, êdî Erebistana Siûdî wek berê biçekdayîna 3-5 eşîrên ereb hevsengiyan ava nake. Prensê welîahd Muhammed bin Selman bi hişmendiyeke nû li sehayê tevdigere. Niha şîiyên Iraqê bûne du perçe, yek jê girêdayî rêbaza Qûma Îranê û ya din jî girêdayî Necef-Kerbelayê ye. Yên ku ji rêbaza Necef-Kerbelayê tên şîîtiya erebî diparêzin û yên din jî şîîtiya Farsan diparêzin. Ji ber hilbijartina Iraqê dibe kes ne di ferqa vê de be, lê hejmara milîsên Heşda Şeibî gihîşte 700 hezar kesî. Di navbera wan bi xwe de jî pirsgirêk hene, lê ji ber hilbijartinan nadin der. Ez mînakekê bidim, du meh berê kesekî herî girîng ku wek cîgirê Ayetullah Elî Xemaney tê zanîn Serdûrî serdana Bexdayê kir. Normal de hemû rêber û berpirsên şîî ji bo bikaribin destê Serdûrî maç bikin dikevin rêzê, lê Serokê Tevgera Sedr Muqteda el Sedr neçû serdana wî. Digel neçûnê Sedr roja ku Serdûrî serdana Bexdayê kir wêneyekî xwe û kralê Siûdî Selman bin Ebdulezîz li ser Twitterê parve kir."

    ‘ALÎKARIYA SIÛDÎ BO HSDÊ PIR ZÊDE YE'

    Çetiner Çetin got: "Ev jî nîşan dide ku Erebistana Siûdî di nava hewldaneke firek û wêneyekî mezin de ye. Siûdî niha li hemberî Îranê hêzê berhev dike. Çi ne ev hêzên li hemberî Îranê? Yek jê ji Reqqayê hetanî sînorê başûr teslîmî HSDê kir. Çima? Ji bo ku ji wir derbasbûneke lojîstîk çênebe û pêşiyê li ber hîlala şîî ya Îranê bigre ye. Di nava YPGê de heta niha nêzîkî 68 kesên pile bilind bi mebesta ku nêzî Îranê bûn ji wezîfê hatin standin. Siûdî li herêmê di nava tevgereke mezin de ye û lewma dibêjim şandina 300 an 50-100 tir alîkarî ji bo wan ne tişteke. Jixwe Siûdî alîkariyeke mezin dide HSDê. Siûdî piştgiriya hemû hewldanên HSDê yên Rojava dike, alîkariyê dişîne û ji xeyrî vê têkiliyan wan bi eşîrên sunî re xweş dike.Di du salên dawî de alîkarî Siûdî bo HSDê pir zêde ye û bi çend tiran nayê îfadekirin."

    ‘WÊ ŞEREKÎ MEZIN DI NAVBERA ŞÎIYÊN IRAQÊ DE DERKEVE'

    Çetin dirêjiya axaftina xwe de got: "Siûdî ji xeyrî rojava li Iraqê jî di nava tevgereke mezin de ye. Li Iraqê piştî hilbijartinê wê bagerên mezin çêbibin. Siûdî dixwaze dîsa hêza xwe ya Iraqê bi dest bixe û li gor pêşbîniyên min li Iraqê wê şerekî mezin di navbera şîiyan de derkeve. Lewma hêdî hêdî meseleya Rojava diqede û Siûdî berê xwe dide Îranê. Siûdî jî Îmarat jî û Amerîka jî di ferqa vê de ne ku hêza rojava li hemberî milîsên şîî yên hevalbendên Îranê bidin şerkirin. HSDê bi şerê dijî DAIŞê hebûna xwe di çavê welatên rojavayî de îspat kir û niha jî li Rojhilata Navîn ji bo alema sunî fedekarî jê tê xwestin. Siûdî ji dibêje hinekî ji bo min jî li hemberî Îranê şer bike. Li gor baweriya min HSD niha ji bo şerekî mezin ê li hemberî milîsên şîî û Îranê tê amadekirin. Niha li sehayê tu hêzêke leşkerî wek HSDê ku aktîf û bi hereket e tuneye û helbet ev jî ji bo Siûdî firsendeke mezin e. Şerê li hemberî DAIŞê provayeke mezin bû û ev hêz di vî şerî biser ket û niha amadehiya şerekî mezin li hemberî Îranê tê kirin."

    Bi heman mijarî:

    HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
    HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
    HSD ji bo gotinên Trumpî: Kesî em agahdar nekirine û gotin ne zelal in
    HSD: Tirkiye li Efrînê Helebceyeke nû pêk tîne
    HSD: Ji ber Efrînê operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestiya
    Etîketan:
    Tevgera Erebistana Siûdî, HSD, Çetiner Çetin, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de