21:47 25 Gulan 2018
Alên îsraîll û Amerîkayê

‘Amerîkayê peywira êrîşa Sûriyê da Îsraîlê’

© REUTERS / Brian Snyder
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê leşkerî yê Sûriyeyê Tuggeneral Muhammed Mulhem da xuyakirin ku êrîşa dawî ya Îsraîlê li dijî baregeha hewayî ya Tifor a Sûriyê, bi mebesta ceribandina parastina hewayî ya Sûriyeyê hatiye kirin.

Mulhem ji Spûtnîkê re ragihand ku ew êrîşa Îsraîlê ji aliyê fermandarên amerîkî ve hatiye kordînekirin û got, "Amerîka ji bo ku rasterast bi Rûsyayê re nekeve şer, êrîşkirina ser Sûriyeyê dewrî hêzên hewayî yên Îsraîlê kir."

Pisporê leşkerî yê Sûriyeyî destnîşan kir ku Amerîka ji bo bi Rûsyayê re pev neçe bi navê xwe êrîşî Sûriyeyê nake û dubare kir, "Bêguman Îsraîl vê pewirê bicih tîne. Rûsyayê got ku ew dê bersiveke tund bidin êrîşa Amerîkayê, lewma wan jî ev peywir da Îsraîlê. Îsraîl bêyî erêkirina Amerîkayê nedikarî êrîşeke wiha bike."

Mulhem herwiha da zanîn ku parastina hewayî ya Sûriyê xwedî wê hêzê ye ku êrîşan beralî bike û got, balafirên Îsraîlê ji bo derbê nexwin nakevin qada hewayî ya Sûriyeyê.

Bi heman mijarî:

Brûsk li cerdevanan ket: Cerdevanek mir, 7 jî birîndar bûn
Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Rûsya û Gazpromê re civiya
‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'
Hikûmeta lraqê soznameya sîxuriyê bi kurdên Kerkûkê dide îmzekirin
Rûsya: Salisburyê di mijara bijehrîkirina Skripalî de bikaranîna kîmyesalê piştrast nekir
‘Cîhana erebî bi xetayeke stratejîk qedera Sûriyê ji welatên din re berda’
Etîketan:
Rûsya, Sûriye, Îsraîl, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de