10:29 23 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat, Şam 11ê Adara 2018an

    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend

    © REUTERS / Bassam Khabieh
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karê Navxweyî ya Sûriyeyê daxuyand ku ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya girêdayî NY ji bo lêkolîna îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me ekîbek xwest.

    Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek da. Wezaretê daxuyand ku ji bo lêkolîna îdiayan me ekîbek ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya girêdayî NY xwest û em bawerin bi xebatek zelal û pêbawer wê bê meşandin.

    Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku rayedarekî sûriyeyî bilêvkiriye ku hin aliyên rojavayî ji bo êrîşkariyên xwe mafdar derbixin reklama tawanbariyê dikin û rastiyan didin veşartin. Ji ber vê jî bi hevkariya OPCW daxwaza zelalkirina îdiayan kirin.

    SANA ragihand ku hikumeta Sûriyeyê daxuyandiye ku wê bibe alîkarê ekîba OPCWê û wê piştgiriyê bide. Wezareta Karê Derve ji bo zelalkirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî bi fermî serî li OPCW da ye.

    Etîketan:
    Xuta, mirov, çekên kîmyewî, şer, kuştin, Wezareta Karê Derve, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de