21:22 24 Nîsan 2018
    Efrîn

    Komîserîtiya NYyê: Pêwîstiya 137 hezar efrîniyan bi alîkariyê heye

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Berdevkê Komîserîtiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(NY) Andrey Maheçiç ragihand ku pêwîstiya 137 efrîniyên ku ji ber şerî ji bajarê xwe derketibûn, bi alîkariya mirovî heye.

    Maheçiç civîneke rojnamevaniyê li Cenevê bi rê ve bir û tê de got, "pêwîstiya nêzîkî 137 hezar sûriyên ku ji Efrînê derketine, bi alîkariya mirovî heye. Em wek Komîserîtiya Bilind a NYyê ji vê rewşê bifikar in. Piraniya van kesan li bajarê Tilrifetê, Nubil, Zehra û gundên din in. Ew li penagehên ku ji madeyên demkî hatine çêkirin, avahiyên xerabûyî û yên hîn tên avakirin, mizgeft, embarên cebilxaneyan û kolanan dimînin."

    Maheçiç diyar kir ku nêzîkî 3 hezar û 500 kesên ji Efrînê derketibûn li kampa çadiran a li bajarê Kefinê yê li bakurê Helebê dimînin û hinek kesên ji bajarî derketine vegeriyane.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
    Etîketan:
    Andrey Maheçiç, Tilrifet, Zehra, Nubil, Heleb, Sûriye, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de