15:31 21 Gulan 2018
    Artêşa Amerîkayê

    Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Minbicê: Amerîka baregeheke nû ava kir

    © AFP 2018 / JACK GUEZ
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Minbicê Ebû Adil di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Amerîka li Minbicê hebûna xwe ya leşkerî zêde dike û baregeheke nû ava kir.

    Hikmet Durgun

    Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Minbicê Ebû Adil ji ajnsa Spûtnîkê re got: "Piştî tehdîdên Tirkiyeyê yên Minbicê Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde dike. Piştî Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir me wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi fermandarên pile bilind ê amerîkî re li Minbicê hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê Amerîka hêzeke taybet a nû şand herêmê."

    Ebû Adil di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka piştî kontrolkirina bajarê Minbicê jixwe li herêmê baregeheke leşkerî ava kiribû. Piştî tehdîdên Tirkiye yên ser Minbicê Amerîkayê ev baregeha xwe firehtir û li eniya şer baregeheke nû ava kir. Amerîkayê li baregeha ku nû ava kir hêza xwe taybet bi cih kir. Bi avakirina baregeha leşkerî ya dawî hejmara wan gihîşte dudiyan. Îdîayên ku dibêjin 3 baregeh in ne rast e."

    Adil di dirêjiya axaftina xwe de got: "Xelkê herêmê bi erênî pêşwaziya avakirina baregeha leşkerî kir û xwe ewletir dihesibînin. Tevgera leşkerî ya Amerîkayê li Minbicê dewam dike."

    Wek tê zanîn, Amerîkayê berê li bajarên wek Dêrik, Tabqa, Rimêlan, Hol, Şedadî, Kobanî, Eyn Îsa, Minbic, Reqqa, Dêra Zorê, Hesekê û li Tel Abyadê baregehên leşkerî ava kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    AA: Hevdîtinên Minbicê bi Amerîkayê re hat rawestandin
    ‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'
    Gelo mimkun e li Minbicê şerê gerîla dest pê bike?
    Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê
    Rûsya bi çi şertî dê piştgiriya operasyona Minbicê bike?
    Ajansa Frensî: Hevpeymanî li Minbicê ketiye amadebaşiyê
    Etîketan:
    Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Minbicê, Ebû Adil, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de