01:08 21 Nîsan 2018
    Ji objektîfên rûsî şerê li Sûriyeyê - Sûriye - sûriyeyê

    ‘Amerîka ji bo mudaxeleya Sûriyeyê li pey behaneyan e'

    © Foto : VGTRK/Alexander Pushin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf di axaftina xwe de ragihand ku rêvebiriya Amerîka ji bo mudaxeleya Sûriyeyê li pey behaneyan e.

    Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf li Brezîlyayê di axaftina xwe ya rojnamevanan de bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got: "Helwesta Îranê ya li hemberî çekên kîmyewî gelekî eşkere û zelal e. Çekên kîmyewî ji aliyê kê ve li hemberî kî were bikaranîn cihê şermezariyê ye."

    Muhammed Cewad Zarîf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rêvebiriya Amerîka ji bo mudaxeleya Sûriyeyê bike li pey behaneyan e. Li Sûriyeyê rewşa terorîstên ku Amerîka piştgiriya wan dike ne baş e, Îsraîl û Amerîka ji bo deruniya terorîstan baş bike di hinek pêvajoyan de dikeve tevgerê."

    Zarîf di dirêjiya axaftina xwe de ji bo êrişa Îsraîlê ya Sûriyeyê got: "Rejima siyonîst berê gelek caran êrişî Sûriyeyê kir. Çi dema ku terorîst têk çûne Îsraîl û Amerîka êriş pêk anîne. Di destê me delîl hene ku Amerîka terorîstên DAIŞê vediguhezînê herêmên din. Ev polîtîkayên Amerîkayê ji bo aramî û ewlehiya herêmê gelek talûke ne."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Sûriye: Îdiayên ‘bikaranîna çekên kîmyevî’ wek banda asêmayê tim û tim heman tiştê dibêje
    Sûriye: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Îranê, Muhammed Cewad Zarîf, Amerîka, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de