01:10 26 Nîsan 2018
    Duma

    Rûsya: Di nava 24 seetên dawî de zêdetirî 3 hezar milîtan ji Dumayê derketin

    © REUTERS / Bassam Khabieh
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Bi organîzeya navenda şopandina agirbest a Rûsyayê li Sûriyeyê di nava 24 seetên dawî de 3 hezar û 5 milîtan û malbatên xwe ji Dumaya Şamê derketin.

    Artêşa Sûriyeyê
    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Bi ser korîdora bajarokê El Vafisin ê bajarê Dumayê tehliyeya milîtan û malbatên wan dewam dike. Di nava 24 seetên dawî de 3 hezar û 5 milîtan bi malbatên wan re hatin tehliyekirin. Hemû bi otobusan tevlî ambulans, Heyfa Sor û çavdêriya hêzên ewlehî yên Sûriyeyê çûne bakurê Helebê."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku duhî di encama hevdîtinan de 4 jê zarok, 16 jin bi tevahî 56 dîlên di destê milîtanan de serbest hatin berdan û ji bo serbestberdana hemû dîlan hevdîtin dewam dikin.

    Bi saya hevdîtinên bi grûbên milîtanan re ev 48 seetên li Dumayê agirbest hatiye ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê rûsî: Em dê têketina saziyên çapemeniyê yên amerîkî bo Dumayê qedexe bikin
    Parlamentarê Rûsî: Em li Dumayê li ser midaxeleya DYAyê ya bo Rûsyayê bicivin
    Dumayê bertek da biryara NATOyê
    Dumayê peymana piştgirîkirina edlî ya bi Tirkiyeyê re pesend kir
    Etîketan:
    Wezareta Parastinna Rûsyayê, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de