02:36 28 Gulan 2018
Sînorê Îsraîl û Sûriyeyê

Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye

© REUTERS / Ammar Awad
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragihand ku êrîşa Îsraîlê ya li ser balafirgeha Teyfûrê ya li bajarê Humsê ya wek T-4ê tê nasîn, bersiveke nerasterast a serkeftinên Artêşa Sûriyeyê ye ku di têkoşîna xwe ya li dijî terorê de bi dest xistiye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku "êrîşa Îsraîlê bersiveke nerasterast ji serkeftina Artêşa Sûriyeyê re bû ku di mijara paqijkirina rêxistinên terorê ji Şama paytextê, çoltera Şamê û herêmên din bi dest xistibû."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:""Van rêxistinan alîkarî kir da ku sûrî werin kuştin, sivîl bên revandin û wek mertala zindî werin bikaranîn. Tenê di nava sê mehan de 3000 êrîş pêk hatin ku bûn sedema mirina 155 kesan û birîndarbûna 865 kesan."

Wezaretê diyar kir ku di çarçoveya hiqûqa navdewletî, rêziknameya NYyê de mafê bikaranîna hemû derfetan ji bo parastina serwerî, erd û xelkê xwe parastî dihêle û ji ber piştgiriya Îsraîlê ya ji rêxistinên terorê re û dagirkirina erdên Sûriyeyê ku girên Golanê tê de ne, hişyarî da Îsraîlê.

Wezareta Derve ya Sûriyeyê nameyek derarê êrîşa Îsraîlê de ji Sekreteriya Giştî ya NYyê re şand.

Herwiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştî êrîşa moşekî ya li ser balafirgeha leşkerî ya Teyfûrê ya li Humsê ragihandibû ku balafirên Îsraîlê ew êrîş pêk aniye.

Bi heman mijarî:

Sûriyeyê bang li NYê kir: Êrişên Tirkiyeyê bidin rawestandin
Qesra Spî: Trump qebûl kir ku leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin
Trump û Macron wek hev difikirin: Nabe ti tişt me ji rêgirtina DAIŞê li Sûriyeyê dûr nexe
Rûsya: Em bazara enerjî ya Sûriyeyê ji nû ve ava dikin
Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
‘Dîroka vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyeyê diyar bû'
Etîketan:
Wezareta Derve ya Sûriyeyê, NY, Şam, Hums, Îsraîl, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de