17:20 25 Nîsan 2018
    Efrîn - Koçber

    'ENKSê xwest ku Tirkiye û ASA ji Efrînê derkevin'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê duh xwest ku hêzên Artêşa Tirkiyeyê û komên dijberiya Sûriyeyê(Artêşa Sûriyeya Azad) yên Tirkiye piştgiriya wan dike ji Efrînê vekişin.

    Li gorî nûçeya ARTAFMê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê duh bi daxuyaniyekê xwest ku birêveberiya Efrînê radestî xelkê wê were kirin bê ku ti wesayet an jî destwerdan were kirin.

    Herwiha ENKSê xwest ku parastineke navdewletî ji bo xelkê Efrînê were dabînkirin.

    Radyoya ARTAFM bi Serkirdeyê ENKSê Beşar Emîn îro ji ARTAFMê re axift û got, "dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê bû sedema awarebûna bi deh hezaran a xelkê ji bajar û gundên wan" û çekdarên dijberiyê yên Tirkiye poiştgiriya wan dike jî bi wê yekê tawanbar kirin ku dest datînin ser malên xelkê û malbatên xwe li wan bi cî dikin.

    "DIVÊ XEBATÊN PÊWÎST WERIN KIRIN"

    Emînî di berdewamiya axiftina xwe de got, "agahî di destê me de hene ku malbatên ji Xûtaya Rojhilatî û herêmên din anîne û ew li Efrînê bi cî kirin. Divê em hemû li dijî vê meseleyê rawestin ji ber armanc ew e ku demografiya herêmê were guhertin."

    Li gorî serkirdeyê ENKSê, "Artêşa Tirkiyeyê rê li ber çekdarên dijberiya Sûriyeyê xweş dike da ku astengan deynin ber awareyên Efrînê ji bo nikaribin vegerin bajar û gundên xwe."

    Herwiha Emînî diyar kir ku "divê hemû xebatên pêwîst li ser asta dewletên pêwendîdar, NY û hêzên kurdistanî werin kirin ji bo rê li ber van binpêkirinan bigirin ên ku derheqê xelkê Efrînê de tên kirin".

    Bi heman mijarî:

    'ENKSê xwestibû ku wek tekane nûnera kurdên Sûriyeyê bê pejirandin'
    2 nivîsgehên ENKSê hatin girtin
    Serokê ENKSê Biro: Em ê buroyên xwe ji nû ve vekin
    Nivîsgeha Qamişlo ya ENKSê ji nû ve hat vekirin
    Serokê ENKSê: Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî
    ENKSê li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek li dar xist
    Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê pêşwaziya heyeta ENKSê kir
    Etîketan:
    ENKS, Beşar Emîn, Sûriye, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de