03:13 23 Nîsan 2018
    Leşkerên Îranê

    Sê îranî di êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha Sûriyeyê de hatin kuştin

    © REUTERS / MORTEZA NIKOUBAZL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku sê îranî di êrîşa Îsraîlê ya li ser balafirgeha Teyforê ya nava Sûriyeyê de hatine kuştin. Du rayedarên amerîkî teqez kir ku Tel Avîvê berî êrîşî agahî dabûn Washingtonê berî ku wê êrîşê pêk bîne.

    Ajansa Mêzanê ya îranî îro duşemê ragihand ku "Seyd Emar Mîsewî, Ember Zewar Cenetî û Mehedî Lutfî Niyaser" di êrîşên hewayî yên balafirên Îsraîlê de hatine kuştin."

    Du rayedarên amerîkî ji televîzyona NBC Newsê re axivîn û wan piştrast kir ku Îsralê êrişî baregehê kiriye, birêveberiya Îsraîlê beriya plana êrişê birêveberiya Trump haydar kiriye.

    Herwiha heta niha ji Îsraîlê di derbarê êrişa hewayî ya li dijî baregehê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

    Ajansa nûçe ya fermî ya Sûriyeyê (SANA) ji êrişa li dijî baregeha Teyfûrê Amerîkayê sûcdar kiribû, lê Pentagonê vê yekê red kiribû û diyar kiribû ku eleqeya Amerîkayê bi êrişê tineye.

    Bi heman mijarî:

    Qesra Spî: Trump qebûl kir ku leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin
    Sûriyeyê bang li NYê kir: Êrişên Tirkiyeyê bidin rawestandin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de