06:00 20 Nîsan 2018
    ASA Talankariya Efrînê

    Ji HRWê bo Tirkiyeyê: Talana li Efrînê dewam dike

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 02

    Rêxistina Şopandina Mafê Mirov (HRW) di daxuyaniya xwe de ragihand ku çekdarên ASAyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne li Efrînê talanê dikin û avahiyên sivîlan hildiweşînin.

    Rêxistina Şopandina Mafê Mirov (HRW) raporta ku ji bo Efrînê amade kiribû bi raya giştî re parve kir. HRW di daxuyaniya xwe de got: "Çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê talanê dikin û malên sivîlan hildiweşînin. Sivîlên bajêr di şert û mercên giran de dijîn û pêwistiya av û xwarinê heye."

    Dîrektorê HRWê yê Rojhilata Navîn Lama Fakih raporta ku hatibû amadekirin bi raya giştî re parve kir û got: "Hêzên girêdayî rejime jî destûra çûna xelkên sivîl nadin û ji wan bertîlê dixwazin. Li herêmê pirsgirêka av û xwarinê heye û amûrên tendirustî jî nayên peydekirin."

    ‘DEV JI ASTENGKIRINA XELKÊN SIVÎL BERDIN'

    Lama Fakih di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Grûbên çekdar ên dijberê hikûmeta Sûriyeyê û hêzên tirk li Efrînê ji kontrolê derketine, divê dev ji talan û zirardana avahiyên xelkê sivîl berdin û hêzên hikûmetê Sûriyeyê jî dev ji astengkirina xelkê sivîl berde."

    Li gor raporta HRWê ku dispêrê bijîşkekî herêmê, sivîlên efrînî li derve radizên û penaberên ku li herêma Til Rifatê dijîn ji gelek xizmetên tendirustî û însanî bêpar in. Jineke din jî ku ji Efrînê koç kiriye dibêje: "Li cihê ku em lê dijîn nan û elektrîk tuneye. Ez ducanî me, lê ne derman û ne jî nexweşxaneyeke ku ez biçim heye."

    Bi heman mijarî:

    Li Swêsra polîsan mudaxaleyê xwepêşandana ji bo Efrînê kir: 239 kes desteser kirin
    Baydemir: Sedema dagirkirina Kerkûk û Efrînê nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd e
    'Dekanê beşa wêjeya kurdî ya zanîngeha Efrînê hat revandin'
    ENKS: Dewleta tirk berpirsyarê ziyana li Efrînê ye
    ‘Vekirina qada hewayî ya Efrînê asta têkiliya Rûsya-Tirkiyê nîşan dide’
    Etîketan:
    Talana Efrînê berdewam e, ASA, Rêxistina Şopandina Mafê Mirov (HRW), Lama Fakih, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de